Başlangiç: AKP cesaret nake ku referandumê pêk bîne
Rojnameger Celal Başlangiç têkildarî biryara rawestandina kar û xebatên HDP’ê yên di parlamentoyê de got ku ti wateya parlamentoyê ji bo siyasetê nemaye.
Rojnameger Celal Başlangiç têkildarî biryara rawestandina kar û xebatên HDP’ê yên di parlamentoyê de got ku ti wateya parlamentoyê ji bo siyasetê nemaye.
Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hikûmeta AKP’ê derbeyek mezin xwar û negihîşt armanca xwe. Ji ber ku HDP’ê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de li çar parçeyên Tirkiyeyê dengê gelek kesên cuda wergirt û serkeftinek mezin nîşan da, hikûmeta AKP’ê ev serkeftin tehemûl nekir û biryara hilbijartinek pêşwext da. Hikûmeta AKP’ê ev salekê zêdetir e bi her awayî êrîşî HDP’ê dike û her roj bi dehan endamên HDP’ê binçav dike û digire. Herî dawî 4’ê Mijdarê di encama serdagirtina hemwext a malan de di nav de Hevserokên Giştî yên HDP’ê 12 parlamenter hatin binçavkirin û piştre ji wan 9 parlamenter hatin girtin û 3 parlamenter jî serbest hatin berdan. HDP’ê li hemberî vê bêhiqûqiya AKP’ê û Serokomar Erdogan biryara rawestandina kar û xebatên parlmentoyê da.
Rojnameger Celal Başlangiç têkildarî rawestandina kar û xebatên HDP’ê yên parlamentoyê û girtina parlamenteran de axivî û ragihand ku AKP dixwaze HDP bikeve bin bendê û referandûmê pêk bîne, ji ber ku ev jî ne mimkûn e AKP cesaret nake referandûmê pêk bîne.
‘WÊ PÊŞEROJÊ WATEYA BIRYARA HDP’Ê BÊ ZANÎN’
Başlangiç diyar kir ku piştî biryara HDP’ê ya rawestandina ku kar û xebatên xwe yên parlamentoyê wê li şûna vê xebatên çawa bike ne diyar e û wiha axivî: “HDP’ê çend roj berê biryara rawestandina kar û xebatên xwe yên li parlamentoyê da. Wê di pêşerojê de diyar bibe ku biryara ku HDP’ê dayî tê çi wateyê. Ger astengî ji bo siyasetê derbikevin biryarên wiha jî ji aliyê civakê ve wê bi bertekên erênî bên pêşwazîkirin. Ger nehêlin hûn mafê xwe yên demokrat di parlamentoyê de bi kar bînin hûn ê biryarên wiha bidin û di nav civakê de siyaseta xwe bidomînin.”
‘DIVÊ RÊYÊN SIYASETÊ YÊN CUDA VEBIN’
Başlangiç bal kişand ser girtina parlamenter û Navenda Giştî ya HDP’ê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Navenda Giştî ya HDP’ê niha girtî ye û ti kes nikare biçe navendê. Hevserokên HDP’ê û hin parlamenterên HDP’ê di girtîgehê de ne. Ev demek dirêj e li Bakurê Kurdistanê operasyonên siyasî yên qirkirinê berdewam dikin û her roj bi dehan endam, rêveber û xebatkarên HDP û DBP’ê tên girtin û binçavkirin. Ji ber vê yekê jî siyaseta Kurd divê rêya hin qanalên siyasetê yên cuda bide vekirin.”
‘AKP DURÛ YE’
Başlangiç da xuyakirin ku hikûmet bi awayekî kirêt bang li HDP’ê dike û bêyî di parlamentoyê de siyasetê bike û axaftina xwe wiha domand: “Hikûmet bang li HDP’iyan dike û dibêje hûn çima nayên di parlamentoyê de siyasetê nakin. Bi rastî ev durûtî ye û bêexlaqî ye. Dibêje ku gel hûn hilbijartine û navenda siyasetê jî parlamento ye. Belê her kes wiha dizane, lê parlamento ji bo siyaseta HDP’ê ji aliyê hikûmetê ve hatiye girtin û divê HDP’ê hin qanalên din ên cuda ji bo siyaseta xwe veke.”
‘TI WATEYA PARLAMENTOYÊ NEMAYE’
Başlangiç bi lêv kir ku ti wateya parlamentoyê nemaye û wiha pê de çû: “Bi rastî êdî ti wateya parlamentoyê nemaye. Di parlamentoyê de armanca avakirina pergala serokatiyê heye. Ger AKP zemînê bibîne wê ji bo pergala serokatiyê Destûra Bingehîn biguherîne û ji bo vê yekê jî wê referandûmê pêk bîne. Ger armanc avakirina desthilatdariyek mayînde be bi rastî parlamentoya ku wekî navenda siyaseta demokratîk tê dîtin û zanîn ji bo her kesî wê wateya xwe winda bike.”
‘AKP CESARET NAKE REFERANDUMÊ PÊK BÎNE’
Başlangiç di dawiya axaftina xwe de qala berjewendiyên MHP û AKP’ê yên cuda kir û wiha got: “MHP dixwaze ku cezayê darvekirinê bîne welat. Ji bo vê yekê jî dixwaze bedela cezayekî giran bide AKP’ê. Ger tiştek wiha bibe Tirkiye him têkilyên cîhana hemdem him jî têkiliyên xwe yên Yekitiya Ewropayê wê ji dest bide. Ji ber ku ji bo van tiştan cesareta AKP’ê tineye pirsgirêkan dijî. Ger AKP’ê vê pirsgirêkê derbas bike wê rêya referandumê veke. Ji ber ku dixwaze sedî ‘50’î deng bigire û li gorî anketan halî hazirê de herî zêde sedî 43-45 girtina deng diyar e newêr e referandumû pêk bîne. Tişta herî girîng jî AKP dixwaze HDP û MHP bikevin bin bendê û Destûra Bingehîn tena serê xwe çêbike. Ji ber ku ev jî ne mimkûn e AKP vê nabîn e û cesaret nake referandûmê pêk bîne. Di demên pêşiya me de hemû tişt wê derbikevin holê.”