AKP'ê bi 'xêra' darbeyê, dozên Gezî ji nû ve xist rojevê

Desthilatdariya AKP'ê piştî hewldana darbeya leşkerî Rewşa Awarte îlan kir û bi îlana vê yekê re doza bûyerên Gezî ji nû ve anî rojevê. 3 sal piştî serhildana Gezî ya li Îzmîrê der barê 91 kesan de doz hat vekirin.

Li Tirkiye piştî hewldana darbeya leşkerî desthilatdariya AKP'ê Rewşa Awarte îlan kir û bi îlana Rewşa Awarte re li dijî şoreşger, demokrat, muxalîfan bi destên dozger û dadgeran şerê darazê dest pê kir. Bi destê dozger û dadgeran doza Berxwedana Gezî ji nû ve anî rojevê. Bi milyonan kes li dijî polîtîkayên AKP di serî de li Stenbolê û gelek bajarên Tirkiye daketibûn kolanan û polîtîkayên AKP'ê şermezar kiribûn. Di 2-3'ê hezîrana 2013'an de jî li Îzmirê welatî li Qada Gundogdu kolanên Konak Sumerbank û kolana Şehîdên Kibrisê ya Alsancakê daketin kolanan û çalakî pêk anibûn. Di erîşa polîsan de gelek welatî birîndar bûbûn û bi lêdanê hatibûn binçavkirin. 3 sal şûnde dozger û dadgeran der barê 91 kesan de li 6'emîn Asliye  Ceza ya Îzmirê doz vekir. Dozgeriyê der barê 91 kesan de bi îdîaya "Li dijî zagonan beşdarî civîn û meşên bê çek bûne û hişyariya polîsan guhdar nekire" doz vekir. Di nava 91 kesan de parazvanên mafên mirovan, parêzerên ÇHD'î û xwendekar jî hene. Dozger, parêzer û parazvanên mafên mirovan ku wekî çavdêr beşdarî çalakiyê bûne wekî ku kevir û şûşe avêtine polîsan tawanbar dike. 

Parazvana mafên mirovan Caner Canli ku doz li wê hat vekirin diyar kir ku anî ziman ku ji bo çavdêriyê bike li qadê bû û li gel vê yekê doz li wê hatiye vekirin. Canli, anî ziman ku AKP dixwaze bi van dozan tolê ji berxwedêrên Gezî hilîne. 

Parezerê ÇHD'î prz. Dinçer Çalim jî anî ziman ku ew di qada hiqûqî de beşdarî pêvajoyê bû û wekî parêzer hemû dozên der barê serhildana Gezî de şopand çavdêriya pêvajoye dikir û ji ber vê yekê hikûmetê doz li wan vekiriye.