Li Îtalyayê meşa ji bo HDP'ê
Li Îtalyayê wê ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê meş were lidarxistin.
Li Îtalyayê wê ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê meş were lidarxistin.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, Komîteya Kurd a Mîlano û sendîkaya CUP wê meşekê lidar bixin.
Komîteya çalakiyê ragihand ku wê 12'ê Mijdarê saet di 15:00 de meş pêk were û ji deverên cuda girseya gel bi wesayîtan bên qada çalakiyê.
Komîteyê li ser deverên otobus jê bi rê bikevin, ev agahî da:
TORÎNO
Saet 12.00, Corso Giulio Cesare, N 51
MODENA
Saet 12.00, Li pêşiya Portalî Îpercoop
NOVARA
Saet 13.30 Pêşiya Vilale Giuglio Cesare Carrefour