Temellî: Ji ber ku HDP'yî me, min ji kar kirin
Temellî got, ji ber ku ew HDP'yî ye ji Zanîngeha Stenbolê hatiye derxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Temellî diyar kir, zext wê nikaribin bi wan.
Temellî got, ji ber ku ew HDP'yî ye ji Zanîngeha Stenbolê hatiye derxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Temellî diyar kir, zext wê nikaribin bi wan.
Yek ji 267 akademîsyenên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de (BHQ) ji zanîngehên Stenbol û Enqereyê hatin derxistin, Hîndekarê Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê Alk. Doç. Sezaî Temellî ye. Temellî ji ANF'ê re axivî.
'HER TIŞT JI BO ŞEXSEKÎ!'
Temellî ku di heman demê de Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş e, da xuyakiri, ku ji ber HDP'yî ye, ew ji kar hatiye kirin. Temellî da zanîn, ku nasnameya wî ya HDP'yî demeke dirêj e rêveberiya Zanîngeha Stenbolê aciz dikir û got, "Rêveberiya zanîngehê, BHQ de ji xwe re weke firsendekê deît û di nva lîsteya hîndekarên divê ji kar bên kirin de, navê min jî nivîsand."
Temellî destnîşan kir, yekane armanca girtina parlamenteran, tayînkirina qeyûman li şaredariyan û ji karkirina kedkarên cemaweriyê, avakirina dîktatoriyê ye û got, "Ev yek êrîşeke topyekûn û pêvajoya avakirina dîktatoriya yek şexsî ye. Li dijî van êrîşan em ê bi gel re li ber xwe bidin û mafên xwe biparêzin."
'EM Ê DESTÛRÊ NEDIN; EM Ê JI KOLANAN DERNEKEVIN'
Temellî bal kişand ser êrîşên li ser çapemeniyê û anî ziman, çapemeniya azad wê li pêşberî êrîşan bêdeng nemîne. Sezaî Temellî yê HDP'yî ragihand, zextên tên kirin wê heta referandûma serokatiyê bidomin û destnîşan kir, ku ew ê destûrê nedin vê sîstema nerewa ku hewl tê dayîn bê avakirin. Temellî got, ew ê ji kolanan dernekevin.