Serdanên girseyî ji bo şîna Pelîn Yilmaz dewam dikin
Serdanên şîna ji bo endamê Konseya Rêveber a KJK’ê Pelîn Yilmaz ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, dewam dikin.
Serdanên şîna ji bo endamê Konseya Rêveber a KJK’ê Pelîn Yilmaz ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, dewam dikin.
Ji bo Pelîn Yilmaz ku di 27’ê Çileya 2025’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn hat danîn. Serdanên ji bo şînê dewam dikin.
Li gel Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirine (MEBYA-DER) ji gelek bajarên Kurdistanê welatî, nûnerên partiyên siyasî û saziyan çûn serdana sersaxiyê.
Bi sedan kes hatin mala malbatê û dirûşmeyên "Şehît Namirin" berz kirin. Welatiyan sersaxî ji malbatê re xwestin.