Malbatê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îgne wergirt
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Ahmet Îgne yê di bombebarana Geliyê Pîlemûrî ya Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, ji hêla malbatê hat teşxîskirin û ji bo veşartinê ber bi warê wî Kanîreşê bi rê ket.
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Ahmet Îgne yê di bombebarana Geliyê Pîlemûrî ya Dersîmê de jiyana xwe ji dest da, ji hêla malbatê hat teşxîskirin û ji bo veşartinê ber bi warê wî Kanîreşê bi rê ket.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ahmet Îgne (Renas Çartax) ê li bejahiya Kizilmescît a li Geliyê Pîlemûrî ya Dersîmê di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de bi 5 hevrêyên xwe re jiyana xwe ji dest dabû li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ji hêla malbatê hat teşxîskirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Îgne ji morgê hat wergirtin, ji bo definkirinê ber bi gundê Çatak ê girêdayî navçeya Kanîreş a Çewlikê ve derket rê.
Her wiha cenazeyên gerîlayên HPG’ê Îsa Terez (Îsa Serhat) û Serhat Sankûr (Serbest Cîpran) jî ji hêla malbatan hatin teşxîskirin.