Li pêşiya avahiya BBC a li Sûssexê çalakiya ji bo HDP’ê
Li herêma Sûssexê, operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin û ji bo HDP'ê banga piştgiriyê hat kirin.
Li herêma Sûssexê, operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin û ji bo HDP'ê banga piştgiriyê hat kirin.
Kurdistanî û dostên wan ê li herêma Sûssexê dijîn, operasyonê qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd û HDP’ê protesto kirin.
Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Sûssexê li pêşiya avahiya BBC a li herêma Sûssexê pêk hat. Di çalakiyê de dosyayek li ser girtina parlamenterên HDP'ê radestî rayedarên BBC hat kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Dest nede HDP’ê", "Dest nede parlamenterên me", "Em HDP'yî ne", "Kujer Erdogan" qîrîn.