Li Siwêdayê li dijî karwanekî hêzên desthilata Şamê êrîş hat kirin

Li gundewarên rojavayê Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê li dijî karwanekî hêzên desthilata Şamê êrîş hat kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, êrîş li nêzî gundê Kenakirê hatiye kirin. Hate diyarkirin ku karwanê ku hat hedefgirtin, girêdayî yekîneyên "Ewlehiya Giştî" ye.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku êrîş ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatiye lidarxistin û karwan dema ber bi Kenakirê ve diçû hatiye hedefgirtin.

Hate diyarkirin ku hedefên cuda ên hêzên Şamê jî hatine xistin û di van êrîşan de balafirên bêmirov û topên hewanê hatine bikaranîn.

Hin çavkanî diyarkirin ku di êrîşê de 2 kes jiyana xwe ji dest dane, lê meqamên fermi hîna têkildarî bûyerê daxuyanî nedane.

Li aliyê din li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di serê hefteyê de li derdora Siwêdayê di êrîşên li dijî civaka Durziyan de zêdeyî 100 kes jiyana xwe ji dest dane.

Îsraîlê jî bi tundî hişyarî li rêveberiya Şamê kiribû ku Durziyan naparêze û ragihandibû ku wê bersivekî xurt bide.

Artêşa Îsraîlê roja Înê di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de ragihandibû ku hin herêmên li dora qesra serokatiyê hedef digre.