ROJANE
Hemû Nûçe
-
Denîz Yucel hate berdan
Nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel hate berdan. Serokwezîrê Tirk Yildirim gotibû, "Bi dîtina min wê di demeke kin de gavek bê avêtin." -
Nûçegihanê Sûryanî: Dema ku Osmanî hildiweşîn jî wiha êrîş dianîn
Nûçegihanê Sûryanî Jacob Mîrza bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên ser Efrînê û got ev bandora xwe li tevahiya herêmê dike. Mîrza got Erdogan ji hêzê dikeve ji bo wê êrîşê tîne û got ev dem dişibe dema hilweşîna Osmaniyan. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 28'AN DE YE
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên El Qaîdeyê yên ji bo dagirkirina Efrînê ji 20'ê Çileyê bê navber dewam dikin. Li gelek eniyan şerekî dijwar diqewime û bomberdûman tê kirin. Hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî rewşa dawî ya li Efrînê bişopînin. -
Kalkan: Komplo hate pûçkirin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî: Bi têkoşîna 19 salan a Rêber Apo, bi têkoşîna azadiyê ya tevger û gelê me komplo bi giştî ronî bû, hate parçekirin û têkbirin. -
HDK û HDP'yiyên binçavkirî wê bînin Edliyeyê
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû û hevserok û hevberdevkên pêkhateyên HDP'ê ku beriya kongreya HDP'ê hatin binçavkirin wê îro bînin Edliyeya Enqereyê. -
KNK: Divê cerdevan xwe nekin makîneya kuştinê ya dewletê
Konseya Rêveber a KNK'ê işaret bi plana qirêj a rejîma AKP-MHP'ê kir ku dixwaze cerdevanan bişîne Efrînê û Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. KNK'ê bang li cerdevanan kir ku rê nedin vê bêbextiyê. -
Banga li Serokwezîrê Swêdê: Tirkiyeyê şermezar bikin
Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ji Serokwezîrê Swêdê Stevan Lofven xwest ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar bike. -
Pentagon: Li ser çûna çekên DYA ji bo Efrînê 'delîl nîne'
Wezareta Parastinê ya DYA bi daxuyaniyekê ragihand ku berevajî îdîayên Tirkiyeyê ti delîl nîne ku nîşan bidin ku çekên ji YPG'ê re hatine dayin çûbin Efrînê. -
Li Senatoya Fransayê tevlîbûna li banga ji bo Efrînê zêde dibe
Endamê Senatoya Fransayê Olîvîer Loenhardt, ji bo hikumet destekê bide Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kir. Heta niha 41 senator tevlî kampanyayê bûne. -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî komployê û êrîşên li ser Efrînê
Li gelek bajarên Ewropayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku bi saya têkoşîna mezin a Ocalan komplo bi ser neketiye. -
Li rojnameya herî mezin a Norwêcê îlana ji bo Efrînê
Li Norwêcê, akademîsyen, nivîskar, helbestvan, artîst, aktîvîst, siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl jî di nav de bi dehan kesayet û saziyan îlanek dan û xwestin ji bo Efrînê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê. -
'Ev meş raperîna gelan a li dijî serdestan e, emê bi ser bikevin'
Ezîl Norem ku ji Barcelonayê tevlî meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê bû got, Ocalan ji bo cîhaneke ku jiyan lê pêkane, perspektîfeke nû pêşkêşî gelan kiriye û bi saya tevgera Kurd gelên cîhanê ji nû ve rabûye ser piyan. -
ROJEVA 16'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Sibata 2018'an. -
Piştî hevdîtina Tîllerson ji DYA’yê daxuyanî: Mijara esasî divê DAIŞ be
Di daxuyaniya piştî hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê bi Serokkomarê Tirk re hate kirin û şûnde peyama divê ‘Mijara esasî têkoşîna li DAIŞ’ê be’ hate dayîn. -
Heyeta KE'yê bi HDP'yiyan re civiya
Heyeta di bin seroktiya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) Throbjorn Jagland de bi heyeta HDP’ê re di derbarê pêşketinên li Rojava hevdîtin pêk anîn. -
Rojeva Rojê
15'ê Sibat 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Îngîltere, Avûstûrya û Yûnanîstanê portestoyên 15’ê Sibatê
19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê tên protestokirin. -
Meşvanên meşa dirêj li Civêv ne: Gel û berxwedan bi ser ket
Meşvanên meşa dirêj a Lozan-Cinêv gihişte Cinêvê. Meşvanên ku bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “NY êrîşên li Efrînê bidin rawestandin” hatin pêşiya avahiya NY’yê ya Cinêv, meşvanan bang li NY’yê kir ku bi lezgîn bikevin nava tevgerê. -
Li Berlînê Yildirim bi dirûşmeya ‘Qatil’ hate pêşwazîkirin
Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ji bo bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re bicive hate Berlînê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi mîtîngekê hate protestokirin. -
Li Moskovayê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê destpê kir
Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê bi beşdariya 100 delegeyan li Moskovayê destpê kir. -
Ji meşa dirêj peyama: Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi ser kevin
Berdevkê Têkiliyê Karê Dere yê PYD’ê Salih Muslîm ê çû serdana meşvanên meşa dirêj, li vir axivî û got: “Dixwazin nirxên mirovahiyê yên li Efrînê tine bikin. Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi hev re ser bikevin.” -
Moskova: Di êrîşa hewayî ya DYA’yê de 5 Rûs hatin kuştin
Wezareta Karê Derve ya Rûsya, eşkere kir ku di encama êrîşa hewayî ya balafirên koalîsyonê ya pêşengtiya DYA’yê ya li rojhilatê Sûriyeyê de 5 welatiyên Rûsya hatine kuştin. -
Li pêşiya otela wê civîna Konseya Ewlekariyê bê lidarxistin protestoya Efrînê
Li Munîhê li pêşiya otela wê sibe civîna Konseya Ewlekariyê ya Munîhê bê lidarxistin, komeke aktivîst yên dijî şer bi dirûşmên “Panzerên Tirk ji Kurdistanê derxin” û “Çekên Elman, pereyên Elman li her derê kuştinê bi xwe re tîne” çalakiyek lidar xistin. -
Li Bakurê Kurdistanê protestoyên komploya ‘15’ê Sibatê’
Li bajarê Bakurê Kurdistanê, çalakiyên protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê didomin. Di çalakiyên azadiya Ocalan têde hate qîrkirin de, bibîr xistin ku çareserî li Îmarlî ye. -
Wê bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan û Efrînê li Cenevreyê bin
Çalakvanên meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê dest bi roja çaremîn a meşa xwe kirin. Meşvan wê danê êvarê bigihêjin ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê.