Pentagon: Li ser çûna çekên DYA ji bo Efrînê 'delîl nîne'

Wezareta Parastinê ya DYA bi daxuyaniyekê ragihand ku berevajî îdîayên Tirkiyeyê ti delîl nîne ku nîşan bidin ku çekên ji YPG'ê re hatine dayin çûbin Efrînê.

Berdevkê Pentagonê Erîc Pahon di brîfîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan û bal kişand ser şervanên QSD'ê yên ji bo parastina Efrînê ji kantonên din ên Bakurê Sûriyeyê çûne Efrînê.

Pahon bersiv da pirsa rojnamevnekî û anî ziman, ti delîl nîne ku nîşan bidin; çekên DYA ji bo têkoşîna dijî DAÎŞ'ê dane şervanan çûbin Efrînê.

Pahon diyar kir, çekên ji QSD'ê re hatine dayin ji aliyê rayedarên leşkerî yên DYA yên li Sûriyeyê ve tên şopandin.

Daxuyaniyeke din a bi heman rengî ji rayedarên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê hatibû.

Tirkiye ku li Efrînê bi xwarina derbên giran têk diçe, hewl dide bi çekên di destê şervanên  YPG û QSD'ê de vê têkçûna xwe ya li pêşberî Berxwedana Serdemê veşêre.

Herî dawî Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tîllerson ku li Enqereyê ye, dabû xuyakirin ku çekên giran ji YPG'ê re nehatine dayin, lewma çekên ku werin komkirin nîne.