'Ev meş raperîna gelan a li dijî serdestan e, emê bi ser bikevin'

Ezîl Norem ku ji Barcelonayê tevlî meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê bû got, Ocalan ji bo cîhaneke ku jiyan lê pêkane, perspektîfeke nû pêşkêşî gelan kiriye û bi saya tevgera Kurd gelên cîhanê ji nû ve rabûye ser piyan.

Solîne Moûlîn a ji Parîsê tevlî meşê bû got, "Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî paşeroja gelên cîhanê ye. Li aliyekî hêzên serdest hene ku li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in, li aliyê din jî raperîna gelan hene ku bi vê meşê jî xuya dike. Bila her kes baş zanibe ku ev meş raperîna gelên cîhanê ye li dijî serdestan."

Meşa dirêj a ji Lozanê heta Cenevreyê ku 12'ê Sibatê dest pê kir, wê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi mîtîngeke mezin biqede. Ji 200 enternasyonalîstên tevlî meşa dirêj bûn akademîsyen Ezîl Norem û Solîne Moûlîn ji ANF'ê re qala wate û girîngiya meşa dirêj kirin.

'MIROVÊN KU CÎHANEKE LÊ JIYAN HEYE DIXWAZIN, BI KURDAN RE DIMEŞIN'

Ezîl Norem ji bajarê Barcelona yê Spanyayê tevlî meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan û xwedîderketina li Efrînê bû. Ezîl Norem got, "Ez çûm Kurdistanê û min Kurd li wir nas kir. Ji wê rojê ve ez bi wan re dimeşim, bi têkoşîna wan re me." Norem diyar kir ku naskirina Kurdan hêvî daye wê û got, "Em ne tenê weke 200 enternasyonalîstan, lê wele gelên ku cîhaneke lê jiyan heye dixwazin, îro li vir in."

'OCALAN BÛ HÊVIYA GELÊN CÎHANÊ'

Norem bi bîr xist ku gelek mirovên antî faşîst, ekolojîkst, femînîst û gelek derdorên din tevlî meşê bûn û destnîşan kir ku hêza ku derdorên cuda li hev dicivîne, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Norem diyar kir ku Ocalan bûye hêvî ji gelên cîhanê re û got, "Projeya Konfederalîzma demokratîk ji bo me hêvî ye. Ocalan em ji armancên me jî wêdetir bir. Em îro bi tevgera Kurd re dimeşin, ji ber ku ev rewş perspektîfekê ji me re diafirîne."

'EFRÎN SEMBOLEKE ANTÎ-KAPÎTALÎST E'

Norem işaret bi êrîşên li ser Efrînê kir û got, "Em baş pê zanin ku êrîşên li ser Efrînê ne tenê êrîşên li dijî gelekî ne ya jî êrîşên li jî parçeyek axê ye. Ev êrîş li dijî modela rêxistinbûnekê tê kirin ku ev rêxistinbûn hêviya gelên cîhanê ye. Efrîn ne tenê bajarek e, Efrîn ji bo me her wiha sembola antî kapîtalîst e. Serdestên ku vê sîstemê li Efrînê qebûl nakin, îro li pêşberî êrîşên li dijî Efrînê bêdeng in. Lê em baş zanin ku êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî me hemûyan e. Ji ber vê yekê em ê hemû li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

'EWROPA DIBE HEVPARÊ KOMKUJIYAN'

Norem da xuyakirin ku weke gelên Ewropayê ew ê ti carî bêdengiya hêzên serdest a derbarê Efrînê bêdeng nemînin û anî ziman ku Ewropa yekser bûye hevparê komkujiyên li gelê Kurd tên kirin. Norem bi navê gelên cîhanê ji Neteweyên yekbûyî û Ewropayê xwest ku bikevin nava liv û tevgerê û got, "Neteweyên Yekbûyî divê Erdogan ji ber sûcê li dijî mirovahiyê darizîne. Her wiha hemû desteka ji hikumeta Erdogan re tê dayin û firotina çekan a jê re tê kirin, bên sekinandin. Yên ku hevkariyê bi Tirkiyeyê re dikin bila zanibin ku bi alîkariya ji bo Tirkiyeyê re komkujiyên li dijî Kurdan fînanse dikin."

'MEŞA MIN A BI GELÊ KURD RE WÊ TIMÎ DEWAM BIKE'

Akademîsyen Solîne Moûlîn a ji Parîsê tevlî meşa dirêj bûye got, "Ji bo pêşî li komkujiyên li gelê Kurd tên kirin bigirim û ji ber ku bi wan re xedî heman xeyala cîhanekê me, îro li vir im. Meşa min a bi gelê Kurd re wê dewam bike." Moûlîn destnîşan kir ku dema Tirkiyeyê li dijî Kurdan sûcê şer û sûcê mirovahiyê dikir, nedibû ew li şûna xwe rûnê û bi taybetî got ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî meşê bûye.

'MEŞA ME RAPERÎNA LI DIJÎ SERDESTAN E'

Moûlîn got, "Ocalan bi projeya xwe dixwaza gelên cîhanê ji nava çirava kapîtalîzmê rizgar bike" û destnîşan kir ku ew bawer e, Ocalan wê bi felsefeya xwe cîhanê bedewtir bike. Moûlîn diyar kir ew êrîşên li ser Efrînê bi ti awayî qebûl nakin, li dijî êrîşan wê li her derê li ber xwe bidin û êrîşan têk bibin. Moûlîn anî ziman ku bêdengiya Ewropayê tê wateya hevpariya komkujiyên li Efrînê û diyar kir ku ew îro li dijî serdestan dimeşe. Moûlîn got, "Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî paşeroja gelên cîhanê ye. Li aliyekî hêzên serdest hene ku li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in, li aliyê din jî raperîna gelan hene ku bi vê meşê jî xuya dike. Bila her kes baş zanibe ku ev meş raperîna gelên cîhanê ye li dijî serdestan."

Moûlîn da xuyakirin ku gelên cîhanê wê ti carî hînî rewşa dîlgirtî ya Ocalan nebin û got, "Hemû mirovên di vê meşê de cih digirin, ew mirov in ku projeya Xweseriya Demokratîk a Ocalan diparêzin. Em ê îdeolojiya Ocalan esas bigirin û hêviya xwe ya şoreşê mezintir bikin."