Moskova: Di êrîşa hewayî ya DYA’yê de 5 Rûs hatin kuştin

Wezareta Karê Derve ya Rûsya, eşkere kir ku di encama êrîşa hewayî ya balafirên koalîsyonê ya pêşengtiya DYA’yê ya li rojhilatê Sûriyeyê de 5 welatiyên Rûsya hatine kuştin.

Wezareta Karê Derve destnîşan kir ku ti girêdana van kesan bi artêşa Rûsyayê re nîne. Peremilîterên Rûs û organîzasyonên Rûs destnîşan kiribûn ku di encama êrîşa hewayî ya 7’ê Sibatê ya li herêma Dêra Zor a li dijî alîgirên Esad de hatine kuştin.

Berdevaka Wezareta Karê Derve Marîa Zaharova jî wiha got: “Li gorî agahiyên destpêkê, tê gotin ku 5 welatiyên Rûs hatine kuştin.” Zaharova destnîşan kir ku mirina van kesan tê lêkolînkirin tê gotin ku ji ber şerê çekan hatine kuştin.

Zaharova diyar kir ku birîndar jî hene û got: “Kesên mijara gotinê ne leşkerên Rûs in.”

Hinek medyayên Rûs û biyanî jî destnîşankiribû ku ji 200 kesan zêdetir hatibûn kuştin. Têkildarî hejmara zelal ti agahî nîne. Têkildarî vê mijarê hê ti agahiyên zelal nîne.

Wezareta Karê Derve têkildarî nûçeyên kuştina dehan an jî sedan a welatiyên Rûsya dezenformasyoneke.

Li gorî Pentegonê di encama êrîşa hewayî ya li dijî alîgirên rejîmê de jî ji 100’an zêdetir kes hatine kuştin. Hêzên Koalîsyonê, weke heyfa êrîşa li dijî QSD’ê hatiye kirin,êrîşekî hewayî pêk anîne.

Li gorî çapemeniya Rûsya yê jî gelek leşkerên bi pere yên Rûs li Sûriye şer dikin. Ev jî bi taybet di bin navê “Groûpe Wagner” girêdayî kargeheke taybet a leşkerî ye. Heta niha nehate zanîn bê ka çiqas têkiliya van leşkerên bipere bi artêşa Rûsyeyê re heye.