Li Moskovayê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê destpê kir

Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê bi beşdariya 100 delegeyan li Moskovayê destpê kir.

Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê ya duyemîn a asayî bi beşdariya 100 delegeyan li Moskovayê dest pê kir. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca, Serokên Federasyona Êzidiyên li Ewrûpayê Fîkret Îgrek û Zerdeşt Kinoî, Nûnerê Yekîtiya Êzidiyên li Rojava Xerîb Huso, ji rêveberiya PADÊ ya Başûrê Kurdistanê Haşim Hecî Hesen û Ehtan Elî jî beşdarî kongreyê bûn.

Piştî axaftina destpêkê û rapora çalakiyên du salan kongre bi axaftina delegeyan domiya.

Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên li Rûsyayê Araf Azmanî: Di şerê li Kurdistanê herî zêde Êzidiyan xisar dîtin. Êrîşên li Şengalê ne bi tenê li dijî komekê bû, heman êrîş îro li Efrînê jî tê kirin. Ji bo Kurdan du xet hene, yek ya PDK’ê ya teslîmiyetparêz e û yek jî ya PKK’ê ya azadîxwaz e. Îro jî dewleta Tirk û hevkarên wê li Efrînê êrîşî vê xeta azadîxwaz dikin.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca: Li Kurdistanê geşedanên girîng pêk tên. Yekîtî û têkoşîna gelên me dikare vê siyaseta înkar û îmhayê têk bibe, ji ber ku gelê Kurd li gorî berjewendiyên kesên din siyasetê nake. Projeyeke gelê Kurd a siyasî heye. Li ser vî esasî divê em xwedî li Efrînê derkevin.

Nûnerê Yekîtiya Êzidiyên Rojava Xerîb Huso: Heta niha li ser Êzidiyan 74 ferman hatiye kirin. Di hemûyan de jî tiliya Tirkiyeyê heye. Bi berxwedana xwe em ê nîşanî cîhanê bidin ku Tirkiye dewleteke barbar e. Li Efrînê ne bi tenê Tirkiye, ew ê hemû hevkarên wan têk biçe.

Endamê Rêveberiya PADÊ Haşim Hecî Hesen: Me ji Şengalê silavê şervanên YPG û YPJ’ê ji we re anî. Ji destpêkê ve li Rûsyayê ji bo Şengalê hûn di nav çalakiyan de bûn. Bi vî awayî em dikarin yekîtiya xwe xurt bikin.

Serokê Federasyona Êzidiyên Ewrûpayê Fîkret Îgrek: Daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev bû ku bila Êzidî bibin yek. Em dikarin bi yekîtiya xwe êrîşên li ser gelê Kurd û komploya navneteweyî pûç bikin.

Seroka Tevgera Jinên Kurd ên li Rûsyayê: Ez komploya li ser Rêbertiya me bi tundî şermezar dikim. Îro bi milyonan Kurd li qadan komploya li ser Rêberê me protesto dikin.

Rêberê me girîngiyeke mezin dide jinên Kurd. Li Şengalê û Efrînê jinên Kurd îro li ber xwe didin. Heke em rêxistinbûna xwe xurt bikin em dikarin bi ser bikevin.

Endamê Komîteya Êzidiyên Ermenîsatnaê Şêx Tahir:Ya me dide jiyîn ziman û çanda me ye. Bi taybet piştî ku Êzidî koçî Rûsyayê bûn û şûnde hê zêdetir hatin helandin. Ji bo parastina çand û nirxên xwe divê em hinek biryar bigirin. Niha li Rûsya hinek Êzidî xwe weke Kurd nabînin. Dijminên me tenê li Şengal û Efrînê li me naxe. Dixwazin me ji çand û zimanê me dûr bixin û me bihelînin. Bi biryarên di kongryê de hatine girtin em ê xwe li dijî van polîtîkayên qirêj biparêzin.

Hevserokê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsya Ferhat Patîyev: Xebatên bi vî awayî vîna Kurdistanê dide nîşandan û ji bo hêzên komploger dibêje hûn çi bikin hûn nikarin vîna Kurdan bişkînin. Dema dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir her kesê digot wê li ber xwe nede. Li gorî wan wê Kurd nikarin şer bikin. Dewleta Tirk a dagirker tevî hemû êrîş û teknîka xwe nikare li Efrînê gavekê pêşve biçe. Îro ya li dijî dewleta Tirk li ber xwe dide vîna Kurd a azad e.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyên Ekaterînbûrgê Xidirê Rizo:Dema em yekîtiya xwe pêk bînin wê ti hêz nikare me têk bibe û wê hemû plan û projeyên wan ên qirêj vala derkevin. Dewleta Tirk a dagirker a Kurdistan talan dike Kurdên li gorî xwe dane avakirin. Nasnameya Kurd a azad a di pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê de ji bo me esas e.

Endamê Rêveberiya Komîteya Êzidiyên Ûkrayna Murat Avdoyî:Pêwîstiya me bi yekîtiyekî bi hêz heye. Kongre ji bo vê fersendekî mezin e. Divê em xebatên xwe bê ku paşguh bikin û bi pêş ve bibin, wê ewqas dijminê gelê Kurd winda bike.

Piştî axaftinan û şûnde ji bo sîstema nû û pêkanînê biryar hatin girtin. Di kongreyê de komîteyên Têkiliyên Derve, Aborî, Ciwan, Jin, Çand û Huner hatin avakirin.

Cemal Şamoyan û Pîr Manana dubare bûn hevserokên kongreyê. Meclîsek ji 31 kesan hate avkairin.

Hinek ji biryarên di kongreyê de derketin pêş wiha ne:

*Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat bên birêvebirin.

*Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê kongreyê ve bê naskirin û ji bo ji aliyên hêzên din ve jî bê naskirin xebat bên birêvebirin.

*Divê bi awayekî herî xurt êrîşên li ser Kurdan bê şermezarkirin û ji bo ev êrîş ji aliyê gelên din ve jî bên agahdarkirin xebatên pêwîst bên kirin.

*Ji bo bihêzkirina baweriya Êzidî û xwedîderketinê di serî de rêxistinkirina Êzidiyên li Federasyona Rûsya û bajarê din û vê xebatê ji derveyî welat jî bê birêvebirin.

*Kes û komên li dijî baweriya Êzidatiyê xebatan dikin di nava gelan û civakan de bên tehşîrkirin.

*Kongreya Êzidiyên Rûsyayê li cihên ku piranî Êzidî lê dijîn rêxistinkirina wê xurtir bike.

*Nirxên ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê ve li deverên Rûsya hatine avakirin ji aliyê kongreyê ve bê destekkirin û parastin.

*Yekbûyîya Kongreyê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin bi tundî şermezar dike.

*Kongreya Êzidiyên Rûsya wê her 3 salan pêk were. Hevserok û rêveberên hatine hilbijartin herî zêde dikarin du deman li ser hev erka xwe pêk bînin.