Piştî hevdîtina Tîllerson ji DYA’yê daxuyanî: Mijara esasî divê DAIŞ be

Di daxuyaniya piştî hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê bi Serokkomarê Tirk re hate kirin û şûnde  peyama divê ‘Mijara esasî têkoşîna li DAIŞ’ê be’ hate dayîn.

Piştî hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Rex Tîllerson li gel Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hate kirin û şûnde, rayedarên Tirk tenê destnîşan kirin ku ‘hevdîtin baş derbas bûye’.

Ji aliyê Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYA’yê Heather Naûert ve daxuyaniyek hate dayîn û bibîr xist ku wê naveroka hevdîtinê piştre bê eşkerekirin. Naûert anî ziman ku aliyê Tirkiye ‘fikarên xwe yên têkildarî ewlekariyê’anîne ziman û got: “Divê hemû alî li ser têkoşîna DAIŞ’ê bibe yek.”

Naûert têkildarî gefa Tiriyeye ya ku ev bi hefteyane li ser Minbicê dide jî ti agahî parvenekir.

Naûert, têkildarî sînordarkirina Baregeha Încîrlikê ya ku medyaya Tirk û aliyê siyasî îdîaya diyar dikin jî, binî xet kir ku heta niha ti sînordarî nîne.