Heyeta KE'yê bi HDP'yiyan re civiya

Heyeta di bin seroktiya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) Throbjorn Jagland de bi heyeta HDP’ê re di derbarê pêşketinên li Rojava hevdîtin pêk anîn.

Heyeta di bin seroktiya Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) Thorbjorn Jagland de li gel heyeta HDP’ê ya ji Hevserokê Grupê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlementerê Çewlikê Hişyar Ozsoy pêk hatî re hevdîtine kir.

Di hevdîtinê de rewşa girtiyên siyasî, êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê û polîtîkaya Rojhilata Navîn, di demên dawî de zêdebûna operasyonên girtin û binçavkirnê, Rewşa Awarte û têkiliyên Tirkiye – Konseya Ewropa hatin destgirtin.