Kalkan: Komplo hate pûçkirin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî: Bi têkoşîna 19 salan a Rêber Apo, bi têkoşîna azadiyê ya tevger û gelê me komplo bi giştî ronî bû, hate parçekirin û têkbirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got di komploya navneteweyî de ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rûsya bi berjewendiya aborî tevgeriyaye û got di polîtîkaya Rûsyayê de ti rêgez û stratejiya dostaniyê tine ye. Kalkan got, "Berjewendiyên sar û bazirganiya wê kêlîkê tekane rêbaz e. Di Komploya Navneteweyî de rola Rûsya rola bazirganê ji rêzê ye."

Kalkan got Ocalan dema ku çûyî Romayê, piştî ku hinekî ji kontrola hêzên komploger ên navneteweyî derketî kete ber kontrola Rûsya û got, ‘’Ji bo ku li ser Rêber Apo kontrol were danîn Rûsya hate bikaranîn. Hin sîxûran bi hin sozan hewl dan ku Rêber Apo ji Romayê derbixin û dîsa birin Moskowê. Piştî ku Rêber Apo hate balefirgeha Moskowê kete ber kontrolê û radestî CÎA’yê kirin.’’

‘POLÎTÎKAYA RÛSYA NE YA HEVALBENDIYÊ YE’

Kalkan di nirxandina xwe de bal kişande ser êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Efrînê, ya bi destûra Rûsyayê û got, ji destpêkê ve di polîtîkaya Rûsyayê de ev helwest heye, helwesta wê ya stratejîk pir qels e, bi polîtîkaya rojene ya taktîkî sînordar e û xwedî helwesteke berjewendîperest e û ji bo vê jî mirov nedikare li pêş Rûsya biçe ne jî li pey. Kalkan got Rûsya pir sozan dide, gelek tiştan dibêje lê bi carekê re dikare her tiştî li pey xwe bihêle û biçe eniya dî û di vê mijarê de ti dudilî pê re çênabe û got, ‘’Ji bo vê jî ji hêla dîrokî ve jî polîtîkaya Rûsyayê ne polîtîkayeke wiha ye ku mirov pê bawer be, ne stratejîk e û ji bo vê jî ne xwedî polîtîkayeke hevalbendiyê ye.’’

‘RÛSYA JI BO BERJEWENDIYAN DIKARE JI QIRKIRINÊ RE BIBÊJE,’ERÊ’

Kalkan got tişta ku 1915’an li Ermenan kirin û ya niha li Efrînê tê kirin heman tişte e; tişta ku 1946’an li Mehabadê hatî kirin û niha ya li Efrînê tê kirin heman tişt e û got, ‘’1999’an li Moskowê çi bi Rêber Apo hatibe kirin, îro heman tişt li Efrînê tê kirin û got, ‘’Lê Rûsya dikarîbû stratejîk nêz bibûya û bibûya xwedî helwesteke alternatîf. Lê ne xwedî hişmendî û polîtîkayeke wiha ye. Ji bo vê jî rola wê ya di Komploya Navneteweyî de rola bazirganê jirêzê ye. Ango di ber berjewendiyeke maddî de, dikare bibe xwedî helwesteke wiha ku ji qirkirinê re bibêje ‘erê’, dikare bibe xwedî helwesteke ji felsefe, îdeolojîk û rêgezan bêrî. Mînak 1999’an jî wiha kir.’’

Kalkan got Ocalan dema ku ji Moskowê hatî derxstin û çûyî Romayê, piştî ku hinekî ji kontrola hêzên komploger ên navneteweyî derketî kete ber kontrola Rûsya û got, ‘’Ji bo ku li ser Rêber Apo kontrol were danîn Rûsya hate bikaranîn. Hin sîxûran bi hin sozan hewl dan ku Rêber Apo ji Romayê derbixin û dîsa birin Moskowê. Piştî ku Rêber Apo hate balefirgeha Moskowê kete ber kontrolê û radestî CÎA’yê kirin.’’

‘RÛSYA BI ROLA BAZIRGANÊ JIRÊZÊ YE’

Kalkan diyar kir ku Rûsya di ber berjwendiyên biçûk ên maddi de ev tişt kiriye û hêviya azadiyê ya civakekê wiha bêyî ku bikevin dudiliyeekê kirin bazarê. Kalkan got divê hêzên li herêmê polîtîkayê dikin divê wiha zanibin û got, ‘’Berjewendiyên sar û bazirganiya wê kêlîkê tekane rêbaz e. Di Komploya Navneteweyî de rola Rûsya rola bazirganê jirêzê ye. Siyaseteke ku 24 saetan li pey bazarkirinê ye, hewl dide bê ka kengî wê çi li kû bide bazarkirin, li kûderê çi bi dest bixe, mixabin vê siyasetê dikin. Ji bovê jî divê Rûsya baş were naskirin. Divê rêveberiya Rûsya jî, hêzên ku ji Rûsya hez dikin jî divê vê rast fêhm bikin. Bi vî rengî dibe ku demdemî destkeftî hebin lê siberojeke qayîm bi dest Rûsyayê ve nayîne ev.’’

‘RÛSYA JI RASTIYA ROJHILATA NAVÎN RE GIRTÎ YE’

Dûran Kalkan li ser polîtîkaya Rûsyayê ya Sûriyê jî got ev têkilî xwe dispêrê têkiliya Yekîtiya Sowyetan a bi Hafiz Esad re, hewl dide ku vê ji dest nede û pê li Behra Spî û Rojhilata Navîn bîmîne; têkiliyên wê yên bi Îranê û Tirkiyê re jî li ser berjewendiyên rojane ne û wiha hewl dide ku karîger bibe, hewl dide ku li dijî DYA’yê karîger be. Kalkan bi domdarî got: ‘Lê polîtîkayên li ser TC û Îran.ê çawa ku di sûda xwe ji wan re nîne ji Rûsyayê re jî nîn e. Ji ber ku ew polîtîka tiştekî bi dest Tirkiyê û Îranê ve nayînin. Ti siberojekê nayîne. Bi vê çarçoweyê hişmendiya berdest a Rûsya ji rastiya siyaseta Rojhilata Navîn re girtîye.’’

‘TÊKILIYA BI RÛSYAYÊ RE BOBELETA BI SERÊ ERMENAN DE ANÎ,RÛSYAYÊ QIRKIRINA KURDAN PEJIRAND’

Kalkan bal kişande ser polîtîkaya Rûsya ya berê û got, ‘’Di dema Şerê Cîhanê yê 1. de jî em bi têkiliyên wan ên bi Ermenan dizanin. Vê têkiliyê bobelat bi serê Ermenan de anî. Her kes dikar vê bibîne û fêhm bike. Ermen jî, rewşenbîrên Rûs jî divê vê rastiyê bibînin. Piştre li bara qirkirina Kurdan jî bûne xwedî helwesteke ‘erê’. Li ser navê Sosyalîzmê, azadî û aştiyê, destek dane dewlet-netewa a TC’ê, qirkirina netew-dewleta faşîst a li ser Kurdan ji nedîtî ve hatiye, pejirandiye û destek daye. Bi vê çarçoweyê polîtîkaya Rûsyayê ya li ser Kurdan mixabin ne alîgirê Kurdan û azadiya Kurdan e. Alîgirê kuştin û komkujiya Kurdan e.

Li bara Tevgera Azadiya Kurdistanê ku niha li Rojhilata Navîn kirdeyê çalak e hewlesta wê ji vê ne pir cuda ye. Bûyera Efrînê her tişt raxist ber çvan, hemû kum ketin û keçelî xuya kirin. Weke kaxezeke turnusolê kî çiye bi zelalî derkete holê. Kî faşîst e, kî qirker e, kî alîgirê siyaseta mêtinger e derkete holê. Kî alîgirê gelan, azadî û demokrasiyan e. Bersiva van pirsan bi zelalî diyar bû, li vir pozîsyona Rûsyayê tam weke sala 1999’an ya li ser Rêber Apo, ji bazirganiyeke erzan zêdetir ne tiştekî dî ye. Divê ev rastî pir baş were dîtin û fêhmkirin.’’

Kalkan got, ‘’Şerê Efrînê weke polîtîkayeke ku Rûsyayê li xwe herbilandî derkete holê. Herî pir a ku deşîfre bû û teşhîr bû polîtîkaya Rûsya bû. Ji bo vê jî divê ev rastî baş were dîtin û li gorî vê helwesteke nû ya polîtîk divê diyar bibe.’’

‘TIFAQA ÎRAN,RÛSYA Û TC’Ê DIJ KURD E, AMERÎKA TAM GUHERÎNA STRATEJÎK NEKIRIYE’

Kalkan bi berdewamî got, ‘Statûkoya li herêmê li bara mijara Kurd bê çareserî ye. Îran jî bi polîtîkayên TC’ê yên ser Kurdan tim li hev dike. Tifaqa Rûsya, Îran û Tirkiye bi piranî die xwedî rola dij Kurd. Mirov bi rehetî dikare bibêje polîtîkaya sereke ya ku wan tîne cem hev dijberiya Kurdan e.

DYA her çendî hin guherîn dabin berxwe jî, her çendî li Iraqê, statûya Başûrê Kurdistanê çêkiribe û li Sûriyê bi Kurdên Rojava re her çendî tevlî nav koalîsyona dijî DAÎŞ’ê bûbe jî, mirov nikare bibêje ku di vê mijarê de bûye xwedî stratejiyeke temam. Li gorî dema berê hin guherînên polîtîk hene, lê nayê xuyakirin ku bi stratejiyeke wiha ye ku bi temamî ya berê li pey xwe hiştiye. Li vir a herî muhafazkar Yekîtiya Ewropayê ye. Elmanya, Fransa û Ingîltere bi rengekî mirov şaş bihêlin dogmatîk in û mihefezakar in.’’

KOMPLO HATE PARÇEKIRIN

Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Dûran Kalkan herî dawî got, ‘’Têkoşîna ku Rêber Apo ev 19 sal in dide, têkoşîna azadiyê ya ku tevgera me û gelê me li dor Rêber Apo bi wêrekî û fedekarî dide, geşedanên li herêmê û cîhanê derdixîne holê, maskeyan radike û di vir de bûye xwdî roleke girîng. Ronîbûneke girîng pêk hatiye.

Bi vê maneyê kana komployê çiye, bingehên wê yên dîrokî çi ne, armanc çi ye, ji hêla kê ve hate danîn, çawa pêk hat, kê çi rol lîst, kî li kûderê hate bikaranîn, çi rol dane kê û çawa tevgeriyan, bi giştî em van dizanin. Jixwe ku dêhna û bala mirov li ser be bi sernavan me hewl da van bibêjin. Ji bo vê jî em dikarin bi rehetî bibêjin ku komplo bi xetên sereke diyar bûye.

Jixwe Rêber Apo ji bo vê li dijî Komploya Navneteweyî stratejiyeke wiha ya têkoşînê da. Destpêkê helwesta ji eniyê ve nîşan dide û ji bo vê jî piştre helwesta xwe guherand. Ev di parastin û daxuyaniyan de gelek caran vegotiye. Jixwe gotibû, ‘’Ên ku dixwazin veşartî bimîne komploger in.’’ Ji bo eşkerekiriina komplogeran, ji bo ku têkbirina komplogeran, hewce dîtiye ku tiştekî veşartî nemîneû li gorî vê jî bûye xwedî helwesteke nû, Têkoşîna Azaadiyê ya mezin a ku li 20 salan belav bûyî nîşan daye. Vê têkoşînê jî komplo bi hemû hêlên xwe derxistiye holê, kiriye ku ji hêla bingehê xwe yê dîrokî û rojane ve were dîtin. Ji bo vê jî komplo bi giştî hatie parçekirin û têkbirin. Ji ber ku ‘komplo’ ya veşartî ye. Zext û êrîş e. Ronîkirina vê, li djî vê rêxistiniya têkoşînê û belavkirina vê ya li 20 slan, nîşana wê ye ku komplo gelek caran hatiye şikandin û têkbirin.

Bi vê maneyê komplo bi giştî hatiye têkbirin û şikandin. Ronîbûna wê, hayjêçêbûna wê, dahurîna wê, rêxistiniya têkoşînê ya dijî wê vê nîşan dide. Lê hê jî sîstema êşkenceyê ya Imraliyê heye. Pirsa Kurd hê çareser nebûye. Di serî de faşîzma AKP-MHP’ê beşek hêzên mêtinger û qirker hê jî li pey in ku înkar û îmhaya Kurdan pêk bînin, bi israr û êrîşkar in ku qirkirina Kurdan bibin serî. Vê, bi rengekî pir vekirî em di faşîzma AKP-MHP’ê ya ser Efrînê de dibînin. Daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û derdora wî vê bi zelalî nîşan dide. Tam dijminatiyê li Kurdan dikin, dijminatiyê li gel, li jinan dikin. Dijminatiya li Kurdan, li gel, şerxwazî û qirkirin a ku ji Îttîhat û Terakkî tê niha di tifaqa AKP-MHP’ê de pir zelal tê xuyakirin.’’