23:15
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Erendê yê navçeya Şiyê ya Efrînê bombeyên kîmyewî dibarîne. Di êrîşê de 6 kesên birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê û tên dermankirin.
17:56
Bi hezaran kes di çarçoveya meşa dirêj a Lozan-Cinêvê de bi mîtîngekê li ber NY li hev civiyan, bang li NY kirin ku komkujiya li Efrînê bisekinîne û daxwaza azadiya Ocalan kirin. Muslim jî peyama ‘Yên li ber xwe didin wê serbikevin’ da.
17:46
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê roja 28’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşekre kir. QSD’ê diyakir ku 24 seatên dawî de 9 wesayîtên leşkerî û tank hatine rûxandin.
16:55
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 9 şervanên xwe yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
15:46
ArtêşaTirk a dagirker navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi dijwarî topbaran dike..

15:40
Cenazeyê 16 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Welatiyên Efrînê bi merasîmekê bi heybet cenazeyê 16 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
15:28
Li Efrînê sivîlekî din jî hate kuştin
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê Evdilrehman Ekaş ê 50 salî kuşt.
15:03
Artêşa Tirk a dagirker duh mizgefta gundê Xerabî Sorik ê girêdayî herêma Racoyê kir hedef, di encamê de mizgeft û gelek malên derdorê hatin rûxandin. -ANHA

15:00
Şervanên YPG/YP''ê: Emê Efrînê ji Erdogan û çeteyên wî re nêhêlin
Şervanên YPG/YPJ'ê diyar kirin ku ne tenê Efrînê, ew ê tevahiya Kurdistanê li Erdogan teng bikin.
11:14
Cindirêsî dibêjin: Xwîna me bila li ser axa me biherike
Yek ji cihên ku hefteya dawî bû hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye. Şêniyên Cindirêsê gotin, "Eger xwîna me wê biherike, bila li ser axa me biherike."
11:13
11:12
11:12