Li Ewropayê çalakiyên li dijî komployê û êrîşên li ser Efrînê

Li gelek bajarên Ewropayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku bi saya têkoşîna mezin a Ocalan komplo bi ser neketiye.

Li gelek bajarên Ewropayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku bi saya têkoşîna mezin a Ocalan a li Îmraliyê komplo bi ser neketiye.

DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û xwedîderketina li berxwedana Efrînê li ber Bahnhofa Dûîsbûrgê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakgeran alên YPG/YPJ û posterên Ocalan hildan û dirûşmên "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" û "Efrîn wê li Erdogan bibe goristan" qîriyan. Bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê Zozan Torhildan, bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Saleh û bi navê TJK-E axaftin hate kirin. Di mîtîngê de ku bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn, belavokên bi zimanên cuda hatin belavkirin.

HAMBÛRG: Bi heman armancê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê meşek bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, aştî ji Efrînê re" hate lidarxistin. Qisekeran dan xuyakirin ku êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê, êrîşa li dijî projeya jiyanê ya ku Ocalan daniye holê ye.

NURNBERG: Kurdistaniyên li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê dijîn ku li dijî êrîşên dagirkeriyê her roj çalakiyan li dar dixin, duh jî mîtîngek pêk anîn. Gelek komên dost ên Elman jî tevlî mîtgîngê bûn. Li qada çalakiyê di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi saya têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komplo hatiye têkbirin. Di çalakiyê de zext û polîtîkayên qedexekirinê yên dewleta Elman li dijî Kurdan dike, hatin şermezarkirin.

BONN:  Li bajarê Bonn ê Elmanyayê, li pêş avahiya Bajarê Mezin a li Oxford Strasseyê, du wêneyên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin û afîşa bi nivîsa "Free Ocalan" li navberê hate daliqandin.

KOLN: Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî Kurdistanî duh li ber strasyona trenê ya bingehîn li hev civiyan. Hê di kêliya destpêkê de polîsan dor li girseya gel girtin û bi hinceta ku "qedexe ye" çalakî asteng kirin. Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî polîsan dan û gotin, dewleta Tirk li Efrînê sivîlan dikuje û hikumeta Elman jî bi fortina çekan a ji dewlet Tirk re dibe hevparê vê komkujiyê.

MANNHEÎM: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dijîn, li ber Abendakademîe li hev civiyan û meşiyan. Meş li ber avahiya şanoya enternasyonal qediya û piştre mîtîngek hate lidarxistin. Polîsên Elman di dema mîtîngê de zext li çalakgeran kir û 10 ciwan binçav kirin. Ciwan piştî kontrola nasnameyê hatin berdan. Tevî astengiya polîsan û serma û seqemê jî çalakiyê dewam kir û bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Ap" qediya.

FREÎBÛRG: Bi pêşengiya rêxistinên çep ên Elman li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, êrîşa li ser Efrînê hate şermezarkirin. Çalakî li ber avahiya febrîqaya ku sîstema navîgasyonê ji tankên Leopard 2 çê dike, pêk hat. Nêzî du sed kes tevlî çalakiyê bûn.

HÎLDESHEÎM: Bi heman armancê komek ji ciwanan li ber gara trenê ya bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê li hev civiyan û lîstikek şano pêşkêş kirin. Di çalakiyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û komek ji ciwanan ji bo polîtîkayên qedexekirinê yên dewleta Elman şermezar bikin, dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê konê agahdarkirinê hate vedan. Di çalakiyê de li ser rewşa Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê agahî ji gelê Danîmarkayê û tûrîstan re hate dayin. Çalakgeran dirûşmên "Her der berxwedan e, her der Efrîn e" û "Bijî Serok Apo" qîriyan.

MARTÎGÛES: Kurdistaniyên li bajarê Martîgûes ê li başûrê Fransayê dijîn, bi şiyara "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" û "Dawî li dagirkeriya Efrînê were anîn" dest bimeşa dirêj a 3 rojan kirin. Kurdistaniyên danê sibehê li ber avahiya Şaredariya Martîgûes li hev civiyan, ji aliyê Parlamenterê Herêmî yê Partiya Komunîst Pîerre Dharrevîle ve hate pêşwazîkirin. Dharrevîle destnîşan kir ku bêdengiya Fransayê ya li pêşberî êrîşên li ser Efrînê ne ya qebûlkirinê ye û got, "Ez ê vê yekê bixim rojeva parlamenta Fransayê."

VIYANA: Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi meşekê hate şermezarkirin. Kurdistanî li meydana Opera li hev ciivyan û heta Heldenplatzê meşiyan ku avahiyên Serokkomariyê û Serokwezaretiyê lê ne. Nûnerê PYD'ê yê Viyanayê Dr. Sabrî Hasekî li vir daxuyanî da û destnîşan kir ku hêzên komploger li pêşberî berxwedana gelê Kurd mehkûm bûne. Dr. Hasekî da xuyakirin ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, dewama komploya navneteweyî ye.

GOTEBORG: Komploya 15'ê Sibatê li bajarê Goteborg ê Swêdê bi çalakiyeke bi meşaleyan hate şermezarkirin.