Ji meşa dirêj peyama: Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi ser kevin

Berdevkê Têkiliyê Karê Dere yê PYD’ê Salih Muslîm ê çû serdana meşvanên meşa dirêj, li vir axivî û got: “Dixwazin nirxên mirovahiyê yên li Efrînê tine bikin. Em bi hev re li ber xwe didin, em ê bi hev re ser bikevin.”

Meşa dirêj a bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê NY’yê bikevin nava tevgerê hatibû destpêkiirin di roja 4’an de dewam dike. Berdevkê Têkiliyên Karê Derve yê PYD’ê Salih Muslîm û Hevserokê Meclîsa Demokratîka Riyad Darar çûn serdana meşvanên meşa dirêj û li vir axivîn.

DARAR: DEWLETA TIRK A MÊTÎNGER MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Riyad Darar ê bi silavkirina meşvanan dest bi axaftinê kir, birî xist ku bi destekkirina gelê Efrînê re wê serketin pêk were. Darar got: “Em gelên Ereb, Kurd û gelên din çawa me DAIŞ têk birî, em ê dewleta Tirk a mêtînger jî li Efrînê têk bibin.”

MUSLÎM: BERXWEDANA EFRÎNÊ BERXWEDANA GELAN E

Pişît Dara Berdevkê Têkiliyên Karê Derve yê PYD’ê Salih Muslîm axivî û diyar kir ku meşa li vir hêz dide berxwedana li Efrînê tê kirin û got: “Berxwedana Efrînê ne tenê berxwedan em ye, berxwedana gelên bi sedê salan e li dijî zilmê li ber xwe dide ye. Em li Efrînê ne tenê li dijî dewleta Tirk şer dikin. Em li Efrînê li dijî terora ku li ser cîhanê bûye bela şer dikin. Dewleta Tirk dixwaze Rojava bike cihê terorê. Dewleta Tirk çeteyên DAIŞ’ê yên kom kirî niha li Efrînê dide şerkirin. Li dijî vê hemû kiryaran meşa ku hûn li vir dikî tê wataya parastina nirxê hemû mirovahiyê. Em bi gel re li ber xwe didin, em ê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan û şûnde çalakvanên meşa dirêj berê xwe dan Cinêvê û dest bi meşê kirin.