Li Bakurê Kurdistanê protestoyên komploya ‘15’ê Sibatê’

Li bajarê Bakurê Kurdistanê, çalakiyên protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê didomin. Di çalakiyên azadiya Ocalan têde hate qîrkirin de, bibîr xistin ku çareserî li Îmarlî ye.

Protestoyên Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya di şexê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê de hate kirin, dewam dikin.

RIHA

Rêxistina HDP û DBP'ê yên Rihayê bi armanca tecrîda li ser Ocalan û 15'ê Sibatê şermezar bike hevpar daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê li avahiya HDP'ê ya Rihayê civîna çapemeniyê pêk anîn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku 15'ê Sibata 1999'an dîroka mudaxaleya li dijî Rojhilata Navîn e û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan, Tirkiye roj bi roj xistiye nava kaosê. Birêz Ocalan li dijî komploya navneteweyî û tecrîda giran bi têkoşîna xwe hemû lîstik û polîtikayên wan pûç kirine. Ji bo yekîtiya baweriya gelan û jiyana demokratîk a gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn têkoşiya ye. Em wekî endam û rêveberên HDP û DBP'ê tecrîd û komploya li ser Birêz Ocalan şermezar dikin û dixwazin demek berî demekê bi dawî bibe. Tecrîd Tirkiye dixe nava kaosê. Ji bo vê yekê divê pêvajoya çaresekiyê ji nûve dest pê bike. Ji bo Tirkiye ji nava kaosê derkeve divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe."

WAN

Li Wanê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Endam û rêveberên DBP û HDP'ê yên Wanê li avahiya DBP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anîn. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulak û Hevserokê DBP'ê ya Wanê Okkeş Kawa jî amade bûn. Li ser navê Komê Rêveberê HDP'ê yê Wanê Nurî Erol, daxuyanî xwend û wina got: "19 sal berê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî ji Kenya anîn Tirkiye. Birêz Ocalan, 19 sal in di bin tecrîdê de ye. 3 sal in agahî jê nayê girtin. Piştî hevdîtinên bi Ocalan re hatin qutkirin di 3 salên dawî de li welatê me bi hezaran mirov hatin kuştin. Bi tecrîdê krîza civaki zêdetir bû. Bi tecrîdê hemû peymanên ku Tirkiye îmze kirine tev binpê bûn. Qaqanûna Bingehin tê îhlalkirin. Birêz Ocalan bi sekna xwe tecrîd pûç kir. Ji bo azadiya Birêz Ocalan, 10 milyon kesan îmze kom kirin. Heta Birêz Ocalan azad bibe têkoşîna me wê berdewa bike."

AMED

Li Amedê jî bi pêşengiya KCD, TJA, HDP û DBP siyasetmedar û welatiyan xwest bi boneya 15’ê Sibatê li Parka Koşuyolû daxuyaniya çapemeniyê lidar bixin. Polîsan serê sibê zû Parka Koşuyolû dorpêç kir û destûr neda daxuyanî bê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û siyasetmedar di nav de hatin ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyolû. Ji ber polîsan daxuyanî qedexe kirin, siyasetmedaran xwest li hundirê parkê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê polîsan çalakiyê jî qedexe kir.

Siyasetmedaran demek dirêj li ser destûr nedayîna çalakiyê bi polîsan re nîqaş kirin, lê ti encam ji nîqaşê derneket. Li ser vê yekê koma xwest biçin avahiya HDP’ê ya Amedê dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Li gel hemû astengiyan kom gihîşt avahiya HDP’ê. Polîsan li vir jî avahiya HDP’ê dorpêç kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî 15’ê Sibatê hat şermezarkirin. Komek ciwan li Taxa 19’ê Gulanê ya navenda bajêr rê li trfîkê girtin û agir pêxistin. Komê dirûjmên “Bimire komploya 15’ê Sibatê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û piştî maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê, kom belav bû.

Di wê navberê de polîsan zarokeke biçûk ê di rêde diçû binçavkirin. Lê bi hewldana welatiyên taxê zarokê biçûk ji binçavkirinê xelas bû.

STENBOL

Rêxistina Bajêr a HDP’a Stenbolê jî, derbarê salvegera komplota navneteweyî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Ên ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê bi plan kirin û pêk anîn, di 19’emîn salvegera komployê de li Rojhilata Navîn têk çûne û ber bi tunebûnê ve diçin. Divê li dijî komployê hemû gelên li Tirkiyeyê û herêmê, hemû civakên navneteweyî û hêzên demokratîk serferber bibin. Em pir baş dizanîn ku komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li dijî gelên me di şexsê Birêz Ocalan de pêk anîn. Heya ku Birêz Ocalan azad nebe, wê dewama vê komployê were. Divê ku Birêz Ocalan azad bibe û di derfetên azad de rêbertiyê ji gelên me re bike. Mifteya aştiyê û çareseriyê Ocalane.”

Di dawiya dawiyaniyê de, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibat hat şermezar kirin û bang bilind kirina têkoşînê hat kirin.