Li rojnameya herî mezin a Norwêcê îlana ji bo Efrînê

Li Norwêcê, akademîsyen, nivîskar, helbestvan, artîst, aktîvîst, siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl jî di nav de bi dehan kesayet û saziyan îlanek dan û xwestin ji bo Efrînê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Banga bi sernavê 'Piştgiriya ji bo Kurdên li Sûriyeyê' li rojnameya herî mezin a Norwêcê Verdens Gang (VG) hate weşandin û ji hikumeta Norwêcê hate xwestin ku li ber dagirkeriya Tirkiyeyê rabe.

Di bangawaziyê de hat gotin, "Em, xwediyê îmzeyan nikarin êdî qebûl bikin ku Norwêc li pêşberî nêzîkatiyên hevalbendê xwe yê endamê NATO'yê bêdeng bimîne. Divê Norwêc êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêma Efrînê ya Kurdan a li Sûriyeyê ji nedîtî ve neyê û nerazîbûnê nîşan bide."

Di metna bangê de hat ragihandin ku Efrîn bi ti awayî nebûye gefek ji Tirkiyeyê re û hat bibîrxistin ku Kantona Efrînê ji hilweşandina ji ber şerê naxweyî yê Sûriyeyê ev 7 sal in xwe parastiye.

'ARTÊŞA TIRK PIŞTÎ BAKUR NIHA JÎ ÊRÎŞÎ BAJARÊN ROJAVA DIKE'

Kesayet û saziyan bi bîr xistin ku dewleta Tirk, Nisêbîn, Cizîr û Sûr di nav de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi tank û topan xera kir, niha jî bi heman awayî êrîşî herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê dike."

Wekî din êrîşên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan hatin bibîrxistin û ji hikumeta Norwêcê hate xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Di dewama metnê de hat gotin, "Artêşa Tirk û hêzên wê yên hewayî tevî cîhadîstên hevalbendên xwe li Efrînê êrîşî gelê sivîl kirin. Bi sed hezaran penaberên ji ber şer ji herêmên din ên Sûriyeyê reviyan û xwe li Efrînê girtin, bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk.

Di dawiya bangê de hat ragihandin ku Kurd û gelên din ên li Efrînê dijîn li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û hat gotin, "Hikumet û rayedarên Norwêc divê karibin bi hêsanî bi rêya NATO'yê ji Tirkiyeyê re vê bibêje; Êrîşên li ser Efrînê bisekinîne."

Beşdarên gotara rojnameyê. Jan Bojer Vindheim, Erling Folkvord, Jan Erik Vold, Thomas Hylland Eriksen, Sindre Bangstad, Iver Ørstavik, Bård Larsen, Massoud Akko, Hedda Bryn Langemyr, Walid al-Kubaisi, Knut Sveen, John Færseth, Arne W. Isachsen, Bendik Sørvig, Asbjørn Øverås, Lasse Tømte, Pål S. Gunnæs, Fartein Horgar, Morten Jørgensen, Gert Nygårdshaug, Kristian Bjørkelo, Audun Engh, Inger Østenstad, Mehmed S. Kaya, Ulf Risnes, Jan Oscar Bodøgaard, Truls Lorentzen, Haakon W. Isachsen, Torstein Andersen, Camilla Wærenskjold, Ali Watti, Arnljot Ask, Haci Akman, Terje Emberland, Daniel Johansen, Chro Borhan, Ellen Lange, Ronny Alvin Olsen, Baste Grøhn, Shabana Rehman Gaarder, Mohamed Abdi, Jostein Gripsrud, Hernan Rojas, Thomas Brandt, Knut Kittelsaa, Kari Anne Næss, Andrew Kroglund, Rune Berglund Steen, Svein Hammer, Farid Shariati, M. Naci Akkök, Roger Cassidy, Terje Ingemar Traavik, André Bjørdal, Sharam Shaygani, Finn Damstuen, Torstein Bugge Høverstad, Halvard Hotvedt Widerøe, Vigdis Lian, Anne Karine Lie, Tore Lange, Terje Galtung, Bente Aina Ingebrigtsen, Elin Odberg, Jon Lange, Helge Waal, Brit Stokke, Mona Lange, Ashna Sablagi, Leidulf Husjord, Jan Lange, Freddy Fjellheim, Erling Borgen, Eva Gilde, Fredrik S. Heffermehl, Truls Lie, Arild Hermstad, Thorvald Steen, Ole Robert Sunde, Edvard Hoem, Bernt Hagtvet, Thøger Nordbø, Harald Berntsen, Halldor Hustadnes, Helge Rykkja, Milda J. Nordbø, Tove Blåmoli, Gerd Inger Polden, Linda Hambro, Trude Falch, Nils Amund Raknerud, Norges Fredslag, Solidaritet med Kurdistan, Raftostiftelsen