ROJEVA 16'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Sibata 2018'an.

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Tevî 200 enternasyonalîstên ji gelek welatan, wê bi beşdariya bi hezaran kesî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakiyek were lidarxistin.

- Ezîl Norem ku ji Barcelonayê tevlî meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê bû got, Ocalan ji bo cîhaneke ku jiyan lê pêkane, perspektîfeke nû pêşkêşî gelan kiriye û bi saya tevgera Kurd gelên cîhanê ji nû ve rabûye ser piyan. Solîne Moûlîn a ji Parîsê tevlî meşê bû got, "Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî paşeroja gelên cîhanê ye. Li aliyekî hêzên serdest hene ku li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in, li aliyê din jî raperîna gelan hene ku bi vê meşê jî xuya dike. Bila her kes baş zanibe ku ev meş raperîna gelên cîhanê ye li dijî serdestan."

- Yek ji cihên ku hefteya dawî bû hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye. Şêniyên Cindirêsê gotin, "Eger xwîna me wê biherike, bila biherike nava axa me.

- Li her eniyên berxwedanê yên Efrîn û Şehbayê çîrokeke mirovan heye... Çîroka mirovên ku ji şoreşê bawer kirine û berê xwe dane encama bêhempa.

- Li Norwêcê, akademîsyen, nivîskar, helbestvan, artîst, aktîvîst, siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl jî di nav de bi dehan kesayet û saziyan îlanek dan û xwestin ji bo Efrînê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

- Endamê Senatoya Fransayê Olîvîer Loenhardt, ji bo hikumet destekê bide Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kir. Heta niha 41 senator tevlî kampanyayê bûne.