Nûçegihanê Sûryanî: Dema ku Osmanî hildiweşîn jî wiha êrîş dianîn

Nûçegihanê Sûryanî Jacob Mîrza bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk ên ser Efrînê û got ev bandora xwe li tevahiya herêmê dike. Mîrza got Erdogan ji hêzê dikeve ji bo wê êrîşê tîne û got ev dem dişibe dema hilweşîna Osmaniyan.

Nûçeginê Sûryanî Jacob Mîrza, ê ku di rêveberiya Sûroyo TV de ye li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê axivî.

‘DIXWAZIN ÇÊBÛNA DEMOKRATÎK TINE BIKIN’

Mîrza li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên ser Efrînê got: ‘’Ti gelên ku li wir dijîn, ne Kurd, ne Ereb, Asûr-Sûryan, Ermen, Tirkmen ti gefa wan li ser Tirkiyê çênebûye. Kengî van gelan gef li Tirkiyê xwarin? Heta niha ji wê herêmê ti êrîş ib ser Tirkiyê de nebûye. Berovajî heta niha Tirkiyê DAÎŞ bi ser van gelan de dişand. Ji ber ku li Gozartoyê naxwazin gel pergaleke azad û wekhev bi hev re ava bikin û xwe rê ve bibin. Tê xwestin ku çêbûna demokratîk a li wê herêmê tine bikin.’’

Mîrza got Erdogan ji bo dengên nîjatperest û şowen bistîne êrîş bire ser Efrînê û got rewşa hikûmeta AKP û Erdogan dişibe rewşa hilweşîna Osmaniyan.

Mîrza diyar kir êrîşa li ser Efrînê wê arîşeya li Sûriyê girantir bike û civakên li Tirkiyê zêdetir li hev sero bike û got, ‘’Êdî ne Kurd, ne Sûryan, ne Ereb ne yên berê ne. Ev gel dizanin tenê ku li hev bikin wê aramî çêbibe. Berê Tirkiyê pir ev gel li hev sor kirin. 1915’an Kurdan li dij Ermen û Sûryanan bi kar anîn. Gelê Rojhilata Navîn ev ji bîr nekirine.’’

Mîrza bal kişande ser Berxwedana Serdemê û got hêzen demokrasiyê yên li Efrînê li dijî êrişariya Tirk berxwdaneke bêhempa nîşan didin û got, ‘’Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîşê dibe ser Efrînê. Ev jî nîşan dide bê ka çendî tengezar bûye û têk çûye. Medyaya Tirk jî bi zimanekî ji yê rêveberan êrîşkartir in. Ev jî nîşana wê ye ku rewş ji bo wan pir ne baş e.’’

‘JI YEKÎTIYA GELAN DITIRSIN’

Mîrza got ew gelek caran çûye Efrînê û got, ‘’Li Efrînê Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûr-Sûryan, Ermenan bi hev re rêveberiyek ava kirine. Ew der xaka Sûriyê ye. Erdogan çima li dij wê ye ku gel li wir xwe bi rê ve bibin? Ji ber ku Erdogan ji yekîtiya gelan ditirse, ditirse ku gel xwe bi rê ve bibin.’’

‘SÛRYAN ÊRÎŞAN LI SER XWE DIBÎNIN’

Mîrza li ser helwesta rêxistinên Asûr-Sûryan a li dijî êrîşkariya dagirker a Tirk jî got, ‘’Xwedî helwesteke pir tund in. Helwesta li dijî qirkirina 1915’an niha piştî êrîşa ser Efrînê li dijî Erdogan nîşan didin. Asûr-Sûryan êrîşa ser Efrînê êrîşa li ser xwe dibînin. Tevahiya rêxistinên Sûryan vê wiha dibînin. Ji bo vê jî li kûderê bin tevlî nav çalakiyan dibin.’’

‘HEWLDANÊN DÎPLOMATÎK HEWCE NE’

Mîrza got divê gelên Gozarto (Rojava) yên li dîasporaya dijîn bibin xwedî hewldanên dîplomatîk û wiha domand:’’Niha di serî de Yekîtiya Sûryayên Ewropayê, gelek rêxistinên Asûr-Sûryan êrîşa li ser Rojava kirine rojeva xwe ya sereke. Girîng e ku komîteyên hevpar ên dîplomatîk werin avakirin û xebat bi hev re werin kirin.’’