Denîz Yucel hate berdan

Nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel hate berdan. Serokwezîrê Tirk Yildirim gotibû, "Bi dîtina min wê di demeke kin de gavek bê avêtin."

Careke din eşkere bû ku dewleta Tirk azadiya çapemeniyê jî li gorî têkiliyên siyasî dinirxîne û mîna 'dîlgirtiyan' nêzî rojnamevanan dibe.

Parêzer Veysel Ok got, nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel ê saleke girtî ye hatiye berdan.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim pêr beriya serdana xwe ya li Elmanyayê ji bo Denîz Yucel gotibû, "Hêvîdar im ku wê di demeke kin de bê berdan. Bi dîtina min wê di demeke kin de gavek were avêtin."

Serokwezîra Elmanyayê Merkel jî gotibû, "Mijara Denîz Yucel gelekî girîng e. Bêyî ku gilîname der heqê wî de bê amadekirin ev saleke girtî ye. Min îro careke din anî ziman ku ev doz gelekî girîng e."

ERDOGAN JÊ RE GOTIBÛ 'AJAN'

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, dema ku têkiliyên wan ên bi Elmanyayê re nebaş bû, ji bo Yucel gotibû "Ew ajanê Elman e."

Rojnameya Bîldê jî ragihandibû ku Erdogan pêşniyar kiriye ku Denîz Yucel bi du generalên berê yên serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kirine pev bên guhertin.