ROJANE
Hemû Nûçe
-
Meşvanên Lozan-Cenevreyê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Meşa dirêj a ji Lozanê heta Cenevreyê ku 200 jê enternasyonalîstên ji 37 welatan nêzî hezar kes tevlî bûne, bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir. Meş bi dirûşma "Bila Neteweyên Yekbûyî qirkirina li Efrînê bisekinîne" pêk tê. -
Êrîşên li ser Efrînê li 3 welatan hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li çar aliyên cîhanê ji aliyê Kurdan û dostên wan ve tên şermezarkirin. -
Ajansa dewletê mikur hat: Salên 2015-2016'an...
Anadolû Ajansi ku ajansa dewleta Tirk e mikur hat ku salên 2015-2016'an di dema berxwedanê de gelek leşker û polîs mirine. Berê hatibû gotin ku 113 leşker û polîs mirine, lê ajansê ragihand ku 772 mirine. -
Nûnerên Civaka Êzîdî: Bila hikumeta Elman bi erka xwe rabe
Komîteya Tifaqê ya avakirina Kongreya Êzîdiyên Cîhanê ji bo sekinandina êrîşên li ser Efrînê bang li hikumeta Elmanyayê kir ku bi erkên xwe rabe. -
Şehîdên Efrînê li Bonnê hatin bîranîn
Şervan û sivîlên li Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn, li bajarê Bonnê yê Elmanyayê hatin bîranîn. Di merasîma bîranînê de hat gotin, "Dewleta Tirk dixwaze bi rêya qirkirinê Efrînê ji Kurdan xalî bike, lê wê ti carî nikaribe vê bike." -
Kongreya HDP'ê kete ber lêpirsînê
Dadgeriya Tirk, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenter Sirri Sureyya Onder de ji ber daxuyaniyên li kongreya HDP'ê dest bi lêpirsînê kir. -
Kurdên Anatoliya Navîn berxwedana Efrînê silav kirin
Rêveberiya PKAN a Elmanyayê ku saziyeke Kurdên Anatoliya Navîn e, li ber êrîşên dagirkeriyê yên AKP-MHP'ê rabû û berxwedana mezin a li Efrînê silav kir. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 24'AN DE YE
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ev 24 roj in êrîşî Efrînê dike. Hêzên dagirker ên Tirk ku li hember gel û şervanên Efrînê nikarin bi pêş ve biçin, êrîşî sivîlan dikin. Rewşa dawî ya li Efrînê hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî bişopînin. -
Kolberekî din ê Kurd hate kuştin
Kolberekî din ê Kurd li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin. -
Li 3 bajaran kongreyên NCDK'ê hatin lidarxistin
Li paytexta Norwêc Osloyê, komuna Evry a Fransayê û li bajarê Halle-Selle yê Elmanyayê kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. -
Wekîlê Swîsreyî: Dagirkerî ne ya qebûlkirinê ye
Parlamenterê Federal ê Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê weke dagirkeriyê nirxand û bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê. -
Komplo û êrîşên li ser Efrînê bi çalakiyan hatin şermezarkirin
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li gelek bajarên Ewropayê bi meş û xwepêşandanan hatin şermezarkirin. -
ROJEVA 12'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Sibata 2018'an. -
Li Oslo, Kopenhag û Atînayê şehîd hatin bibîranîn-NÛ BÛ
Li paytexta Norweç Oslo, li paytexta Danîmarka Kopenhag û li paytexta Yewnanîstan Atînayê şervanên di ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê şehîd bûbûn, bi merasîman hatin bibîranîn. -
Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan li Parîsê hat bibîranîn
Şehîd Ozgur Seyît Karakoçan (Kemal Akyol) li paytexta Fransa Parîsê hate bibîranîn. -
Rojeva Rojê
11'ê Sibat 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Bûldan û Temellî bûn hevserokên nû yên HDP’ê
Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, bi dengê 823 delegeyan bûn hevserokên HDP’ê yên nû. -
Şehîdên Efrînê li Den Haagê hatin bibîranîn
Li paytexta Hollanda Den Haagê şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Lîsteya Meclîsa Partiyê ya HDP’ê diyar bû
Di Kongreya 3’emîn a Asayî ya HDP'ê de Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî bo hevserokatiyê namzet hatin nîşandan û lîsteya Meclîsa Partiyê jî hate eşkerekirin. -
Temellî: Silav li Ocalan ku rêya me vekiriye
Li Kongreya Mezin a Asayî ya 3’yan a HDP’ê piştî namzeta hevseroktiyê Pervîn Bûldan, namzetê dî Sezaî Temellî axivî. -
Leyla Xalid: Li Efrînê em bi we re ne
Endama Eniya Rizgariya Gel a Filîstînê Leyla Xalid tevlî 3. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê bû. Leyla Xalid bal kişand ser şerê li Efrînê. -
ANF News TV dest bi weşanê kir
Hûn dikarin êdî dîmenên di ANF'ê de tên weşandin li malpera www.anfnews.tv lê temaşe bikin. -
YPG'ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 2 şervanên xwe yên li Dêra Zorê û Reqayê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn eşkere kir. -
Siyasetmedarên binçavkirî birin Enqereyê
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû jî di nav de siyasetmedarên 2 roj berê li Stenbolê hatin binçavkirin birin Enqereyê. -
Kongreya HDP'ê dewam dike: Em ê teqez bi ser bikevin
Kongreya 3. a Asayî ya HDP'ê li Enqereyê dewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay li vir axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe bi ser bixînin.