Banga li Serokwezîrê Swêdê: Tirkiyeyê şermezar bikin

Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ji Serokwezîrê Swêdê Stevan Lofven xwest ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar bike.

Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt di axaftina xwe ya rûniştina duh a parlamentê de diyar kir ku dewleta Tirk belasebep bi rengekî zalimane êrîşî bajarê Efrînê kiriye û bombeya li ser sivîlan dibarîne.

Sjostedt bi bîr xist ku Efrîn bajarekî Sûriyeyê ye ku bandora şer lê gelekî kêm e û bi sed hezaran mirovî xwe lê girtine. Sjostedt got, "Li vî bajarê Sûriyeyê bi rastî jî mafên jinan hene û civakeke tê avakirin. Federasyona li Bakurê Sûriyeyê hewl da hilbijartinê bike. Hewl dide federasyoneke ku komên din ên li Sûriyeyê di nava xwe de vedihewîne ava bike. Li wir Xiristiyan, Misilman, Ereb, Kurd hemû bi hev re dijîn."

Sjostedt wiha dewam kir: "Gelê li Federasyona Bakurê Sûriyeyê beriya her tiştî Dewleta Îslamê têk bir. Wan Dewleta Îslamê li Kobanê têk bir. Niha jî dewleta Tirk êrîşî vî gelê ku Dewleta Îslamê têk bir dike. Ev mirovên wêrek niha hewl didin xwe li hemberî êrîşên artêşa Tirk biparêzin. Û cîhana derve wan li pêşberî welatê NATO'yê Tirkiyeyê bi tenê dihêle."

Sjostedt ji Serokwezîr re got, "Stefan Lofven! Êdî dem hatiye ku Sosyal Demokrat û hikumet helwestê nîşan bide. Dem hatiye ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê şermezar bikin."