Wê bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan û Efrînê li Cenevreyê bin

Çalakvanên meşa dirêj a Lozan-Cenevreyê dest bi roja çaremîn a meşa xwe kirin. Meşvan wê danê êvarê bigihêjin ber navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê.

Meşa dirêj ku ji bo şermezarkirina kmploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û banga li Neteweyên Yekbûyî ya ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê tê lidarxistin, di roja çaran de ye. Meşvanan bi qîrîna dirûşma "Azadî ji Ocalan re" ji bajarê Versoîx ê Swîsreyê dest bi roja çaran a meşê kirin. Zêdeyî 1000 meşvan ku 200 enternasyonalîst jî di nav de hene, piştî meşa ji 15 kîlometreyî wê danê êvarê bigihêjin Cenevreyê.

Meşvanên ku li ber Gara Versoîxê li hev civiyan ji vê derê berê xwe dan Cenevreyê. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" û "Bila Neteweyên Yekbûyî pêşî li komkujiyên li Efrînê bigire" hatine vekirin.

WÊ RAYEDARÊN NETEWEYÊN YEKBÛYÎ RE RÛNÊN

Çalakvanên meşa dirêj, tevî meşa xwe ya ber bi Cenevreyê ve, ji bo balê bikişînin ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê karê dîplomasiyê jî dkiin. Heyetek ji meşvanan duh bi nûnerên Maseya Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî re rûnişt. Îro jî wê bi nûnerên Maseya Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî re wê rûnên û balê bikişînin ser hewldanên dagikirina Efrînê.

WÊ BIGIHÊJIN CENEVREYÊ

Çav li rê ye meşvan danê êvarê bi qîrîna dirûşmên ji bo berxwedan û azadiyê bigihêjin ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê. Meşvan wê careke din bang li Neteweyên Yekbûyî bike ku bikeve nava liv û tevgerê. Meşa dirêj wê sibe li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi mîtîngeke ku zêdeyî 10 hezar kes tevlî bibin biqede.

Mîtîng wê saet 10:00 dest pê bike û heta saet 18:00 bidome. Çalakvanan bang li gel kirin ku tevlî mîtînga li ber avahiay Neteweyên Yekbûyî bibe.