Li Berlînê Yildirim bi dirûşmeya ‘Qatil’ hate pêşwazîkirin

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ji bo bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re bicive hate Berlînê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi mîtîngekê hate protestokirin.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim ê ji bo bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re bicive hate Berlînê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi mîtîngekê hate protestokirin. Hevserokê NAV-DEM Berlînê Yeko Ardil ê di mîtîngê de axivî bi gotina: “Bi kesekî ku li Efrînê dibe sedema kuştina jin û zarokan, li Berlînê pêşwazîkirin şeremeke mezin a demokrasiyê ye.” nerazîbûn nîşan da.

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim bi Serokwezîra Elman Angela Merkel re li paytext Berlînê li avahiya serokwezîrtiyê civiyan. Di saetên Yildirim û Merkel li hindir li dijî Kurdan pazarên qirêj dikirin de, ji derve jî protestoyên Kurd û dostên wan hebûn. Di xwepêşandana alên YPG’ê û YPJ’ê hate bilindkirin de, dirûşmên li dijî Yildirim û Tirkyeyê dihatin qîrkirin, banga Elmanya firotina çekdan bide rawestandin dihate kirin.

Li aliyê din komployali dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezarkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Berlînê Yeko Ardil li vir axiv û got, ji bo protestokirina Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim protesto bikin li vir kom bûne û wiha pêde çû: “Erdogan û rayedarên dewleta Tirk ji Rûsya bigire heta Avûstûralya, DYA’yê û hemû deverên cîhanê tên protestokirin. Em jî li Berlînê Bînalî Yildirim protesto dikin. Ey faşîst û qatil ne bi xêrê hatî. Em te naxwazin. Ji ber ku li ser rûyê erdê li ti deveran cihê qatil û kujeran nîne.”

Ardil komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî şermezar kir û berxwedana Efrînê silav kir.

Parlementerê berê yê Partiya Çep ê Berlînê Giyasettîn Sayan jî bibîr xist ku dewleta Tirk li Efrînê sivîlan qetil dike û got: “Tevî hemû van kiryaran serokwezîr tê Berlînê. Dewleta Elman roleke qirêj dilîze. Dewleta Tirk hemû çekên bikar tîne yên Elman e. Merkel, nûnertiya gelên Elman nake. Di rewşeke wiha de pêşwazîkirina Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim nayê qebûlkirin.”

NERAZÎBÛNA KURDİSTANİYAN

Bêrîvan Sîdo jî wiha got: “Dewleta Tirk li Efrînê zarok û jinan qetil dike. Gunehê van mirovên bê ewlehî nîne. Em dibêjîn dawî li qetlîaman bînin.”

Abdulxalik Mahmud jî komloya navnetewî ya li hemberî Ocalan şermezar kir û wiha axivî; “Serokwezîrê Tirkiye niha li gel Serokwezîrê Elmanya yê ku di komloyê de cih digirt re di hevdîtinê deye. Em hem komloya li hemberî Rêberê xwe şermezar dikîn, hem jî êrîşa li ser Efrînê şermezar dikîn. Divê gelê me li ser linga be.”

Di dawiyê de Bavê Kawa, hevdîtina Serokwezîrê Elmanya Angela Merkel a li gel serokê Tirkiyê Bînalî Yildirim şermezar kir û wiha got; “Qetlîamên dewleta Tirk şermezar dikîn, em banga gelê xwe dikîn ku heya Efrîn azad dibe bila di çalekiyan debin.”

Çalekî heya hevdîtina Bînalî û Yildirim xilas dibe bi qêrkirina diruşman dewam kir.