KNK: Divê cerdevan xwe nekin makîneya kuştinê ya dewletê

Konseya Rêveber a KNK'ê işaret bi plana qirêj a rejîma AKP-MHP'ê kir ku dixwaze cerdevanan bişîne Efrînê û Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. KNK'ê bang li cerdevanan kir ku rê nedin vê bêbextiyê.

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku kuştina Kurdan bi destê Kurdan lîstikeke qirêj û kevn a dewleta Tirk e û işaret bi hewldanên vê dawiyê yên rejîma AKP-MHP'ê kir ku dixwaze cerdevanan bişîne Efrînê û li dijî Kurdan bidin şerkirin.

'KÎ BERÊ ÇEKA XWE BIDE GELÊ XWE, WÊ NEYÊ EFÛKIRIN'

KNK'ê destnîşan kir ku ev yek kîn û nefreta dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nîşan dide û got, divê cerdevan vê niyeta neyarene ya dewleta Tirk baş bizanin û xwe nekin makînea kuştinê ya vê dewleta li dijî mirovahiyê.

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hat gotin, "Em hêvî dikin ku Korucu neçine Efrînê û xwe nekine darûdesteyê dewleta Tirk û xwîna hevwelatiyên xwe nerêjin. Heke hejmareke biçûk a van kesan rêya xwe şaş bikin û sîleha xwe dirêjî xelkê xwe bikin û xwîna xelkê xwe birêjin, eve wê bibe sûcekî gelek giran beramberî miletê xwe. Ev sûcê mezin nayê efûkirin û bê ceza namîne."

'ŞERÊ EFRÎNÊ DU RÊYAN DIDE BER KURDAN; RÊYA RÛREŞIYÊ Û RÊYA RÛSPÎTIYÊ'

KNK'ê diyar kir ku divê bi eşkere were zanîn ku dewleta Tirk bi vê êrîşa xwe ya li ser Efrînê esasen beramberî hemû Kurdan şer dike û wiha dewam kir: "Lewma ev şerê dewleta Tirk ê li ser Efrînê dike, şerekî neheq e. Beramberî vê neheqiya mezin divê hemû Kurd pozisyoneke hevgirtî û xurt nîşan bidin.

Şerê Efrînê du rêya dide ber Kurdan; rêya rûreşiyê û rêya rûspîtiyê. 

KNK bawer dike ku Kurd wê rêya rûspîtiyê bidine ber xwe. Şerê Efrînê ji vî alî ve kaxeza turnusolê ye. Yên ku dijî êrîşkariya dewleta Tirk wê bi xurtî rawestin û di rêza miletê xwe de cih bigirin wê rûyê xwe spî bikin. Lê yên ku di vî şerî da xwe bêdeng bihêlin û reftareke layiqî miletê xwe û doza mezin ya Kurdistanê nîşan nedin wê rûyê xwe reş bikin.

RENGÊ WELATPARÊZIYÊ LI EFRÎNÊ DIYAR DIBE

Efrîn teraz,ya welatparêziyê ye. Çeperên Efrînê parastina hemû Kurdistanê ye. Welatparêzî di şerê Efrînê de rengê xwe yê eslî nîşan dide.

Kurdên ku hevkariya dewleta Tirk dikin, Kurdên ku di nav partiyên rejimê da cih digirin divêt di vî şerê Efrînê da li xwe vegerin û bêne nav refên miletê xwe.

Di vî şerê Efrînê dê dewleta Tirk ya êrîşkar divê bê şkênandin.

Di vî şerê man û nemanê yê Efrînê de Kurd û hevalbendên xwe divê serbikevin.

KNK carek din bang li hemû Kurdan dike ku xîreta xwe neşkênin, bêdeng nemînin û her bi çi rengî be dijî vê êrîşkarî û dagîrkeriya dewleta Tirk sekineke neteweyî nîşan bidin."