Meşvanên meşa dirêj li Civêv ne: Gel û berxwedan bi ser ket

Meşvanên meşa dirêj a Lozan-Cinêv gihişte Cinêvê. Meşvanên ku bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “NY êrîşên li Efrînê bidin rawestandin” hatin pêşiya avahiya NY’yê ya Cinêv, meşvanan bang li NY’yê kir ku bi lezgîn bikevin nava tevgerê.

Meşvanên meşa dirêj a Lozan-Cinê ku 12’ê Sibatê ji bajarê Lozan ê Swîsreyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo NY’yê êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê bidin rawestandin di saetên şevê de gihişte pêşiya Navenda Neteweyên Yekbûyî ya Cinêvê. Nêzî 1000 meşvanên meşa dirêj ku 200 enternasyonalîstên ji bajarên cuda cuda jî hebûn bi yek dengî dirûşmên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” û “NY’yê êrîşên li ser Efrînê bidin rawestadin” qîr kirin.

Meşvanên meşa dirêj a danê sibê ji bajarê Versoîx ê Swîsreyê bi gerandina govenda azadiyê ve meşa xwe ya roja 4’an dabû destpêkirin, di nava rojê de li gelek bajaran re derbasd bûn û gihiştin Cinêv a nuqteya dawî ya meşa wan. Meşa dirêj a 4 roja bi kelecan û coş dewam kirin li dijî 19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nerazîbûn û hêrsekî mezin hebûn.

KOMPLO HATE LENETKIRIN

Meşa dirêj a 1000 çalakvanan piştî meşeke dirêj di saetên şevê de gihişte pêşiya Navenda Yekîtiya Ewropa ya Cinêvê. Di axaftinên li ser navên komên enternasyonalîst, nûnerên sazî û dezgehan her wiha platfroma xwedîderketina li Efrînê hatin kirin de komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimaneke tund hate şermezarkirin, daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

‘ÇAWA EM LI KOBANÊ BI SER KETIN, EM Ê LI EFRÎNÊ JÎ SERKEVIN’

Di axaftinan de bal hate kişandin ku êrîşên li ser Efrînê tê wateya êrîşên li dijî vîna mirovahiyê û bang li NY’yê kir ku erka xwe bi cih bîne. Hate destnîşankiirin ku weke gelên cîhanê êrîşên li ser Efrînê qebûl nakin û wê berxwedana gelê Kurd xurt bikin û peyama “Êdî gel desthilatan qebûl nake, em li Kobanê serketin, em ê li Efrînê jî bi ser bikevin” hate dayîn.

Meşa dirêj wê sibe bi tevlîbûna 10 hezar kesan bi mîtînga li pêşiya NY’yê bê lidarxistin ve bi dawî bibe.