Li Îngîltere, Avûstûrya û Yûnanîstanê portestoyên 15’ê Sibatê

19’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê tên protestokirin.

BRÎGHTON

Kurdistanî û dostên wan ên li Herêma Sûsex ê Îngîlteryê Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin.

Çalakiya protestoyê ya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sûssex a li bajarê Brîghtonê hate organîzekirin pankartên komplo û êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin hatin bilindkirin.

Di bangên çalakiyê de hate kirin hate gotin ku divê Ocalan bê azadkirin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bên bidawîkirin.

Li bajarê Kingston ûpon Hull ê Îngîltereyê jî bi heman armancê çalakiyeke protestoyê hate kirin.

GRAZ

Li bajarê Giraz ê Avûstûryayê jî komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin hate protestokirin. Di çalakiyê de pankartên “Ji Ocana re azadî, ji Kurdistanê re statû”û “Dawî li terora dewelat Tirk bînin” hatin vekirin û dirûşmên “Kujerê zarokan Erdogan” hate qîrkirin.

Di axaftinên li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin de komplo bi zimaneke tund hate şermezarkirin.

ATÎNA

Li paytext Atîna ya Yûnanîstanê jî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li pêşiya meclîsê bi çalakiyekê hate şermezarkirin û protestokirin. Ciwanên Kurd ev 3 roj bûn li Yûnanîstanê dimeşiyan. Ciwanê ku ji bajarê Lavrîo dest bi meşê kirin li Atînayê ji aliyê girseyek qelbalix ve hate pêşwazîkirin û tevî barana zêde jî li Qada Phanapîstîmîoyê dest bi meşê kirin.

Di çalakiyê de li gel posterên Ocalan alên PKK’ê û YPG/YPJ’ê hatin hildan. Her wiha di axaftinên hatin kirin de komplo hate şermezarkirin û got: “Komplo ji aliyê hêzên kapitalîst ve pêk hatiye. Heman hêz îro êrîşî Efrînê dike.”

Piştî daxuyaniya hate dayîn û şûnde girse bi dirûşman ji pêşiya meclîsê belav bûn.