Li pêşiya otela wê civîna Konseya Ewlekariyê bê lidarxistin protestoya Efrînê

Li Munîhê li pêşiya otela wê sibe civîna Konseya Ewlekariyê ya Munîhê bê lidarxistin, komeke aktivîst yên dijî şer bi dirûşmên “Panzerên Tirk ji Kurdistanê derxin” û “Çekên Elman, pereyên Elman li her derê kuştinê bi xwe re tîne” çalakiyek lidar xistin.

Komek aktivîstên dijî şer li bajarê Munîh ê Elmanyayê li pêşiya Otela Bayerîscher Hof a ku wê civîna Konseya Ewlekariyê  bê lidarxistin, bi alên YPG’ê û YPJ’ê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakvanên ku dirûşmên “Panzerên Tirk ji Kurdistanê derxin” û “Çekên Elman, pereyên Elman li her derê kuştinê bi xwe re tîne” qîr kirin, pankartên “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Efînê biparêzin” vekirin.

Çalakiya protestoyê wê dawiya hefteyê jî bidome.