KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dostên Mîr gor jê re çêkirin
Stranbêj û hunermendên Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk (TEV-ÇAND) ji bo hevalê xwe yê hunermend ê li Parîsê hate qetilkirin Mîr Perwer û dayika wî gor çêkirin. -
Boz: Gef li xebatkaran hate xwarin ji bo tevlî pîrozbahiyê bibin
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz nerazîbûn nîşan da ku Walîtiya Mûşê tevlîbûna li pîrozbahiyên li Milazgirê li mirovan ferz kiriye û got, "Budçe ji bo desthilatdariyê hatiye bikaranîn û gef li xebatkaran hatiye xwarin." -
Mehmet Sincar hat bibîranîn
Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di sala 1993’yan de li Êlihê hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li navçeya Qoserê tê bibîranîn. -
Bûldan: Em ê zexta ku li ser sînor li gel tê kirin, qebûl nekin
Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Deriyê Sînor ê Kadikoyê axivî û got: “Zextek mezin li mirovên ku bi armanca dawet, şîn yan jî bazirganiyê diçin Îranê tê kirin; em destûr nadin.” -
Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin
Çalakiyên gerîla bênavber dewam dikin. Li herêma Zapê di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Derb li 5 çeperan hate xistin. -
Dewleta Tirk di 8 mehan de 41 zarok li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetil kir
Dewleta Tirk a dagiker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 8 mehan de herî kêm 41 zarok qetil kir. -
Rojnivîsk yek ji nirxên herî hêja yên gerîla ye
Rojnivîsk yek ji nirxên herî hêja yên gerîla ye. Ji ber ku di her çîrok, bîranîn û tecrûbeyê de yên ku li rojnivîskê têne nivîsandin, heqîqeta jiyana azad heye. Nivîsên gerîla nîşaneya rastiyê ne. -
Mehmet Sîncar li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn
Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 30'yemîn de li cihê lê hatibû qetilkirin, hat bibîranîn. -
Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat li ser gora xwe hat bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Rahîme Xebat ku di 1’ê Îlona 2022’an de şehîd bûbû, li ser gora xwe hat bibîranîn. -
KNK: Bûyera li Kerkûkê dewama plana dagirkerên li Kurdistanê ye
KNK’ê têkildarî bûyera li Kerkûkê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Ev bûyera li Kerkûkê berdewamiya plana şovenîst a dagirkerên li Kurdistanê ye û divê em nehêlin dewleta Tirk a dagirker û kirêgirtiyên wê bigihîjin armanca xwe.” -
Li Xakurkê û Zapê 3 dagirker hatin cezakirin
Li Xakurkê û Zapê di çalakiyan de ku bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê hatin kirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, bombe li 10 çeperan hate barandin. -
Li Kerkûkê di protestoyan de 4 ciwanên Kurd hatin qetilkirin
Li gorî bîlançoya dawî ya êrîşa hêzên ewlekariyê yên Iraqê yên li ser Kurdên li Kerkûkê, ku çalakiya şermezarkirinê lidar dixistin, 4 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn. -
Tevgera Azadî banga rawestandina bûyerên li Kerkûkê kir
Tevgera Azadî li ser êrîşa li çalakiya şermezarkirinê ya ji bo vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê daxuyaniyek da û bang kir ku tavilê pêşî li bûyeran bê girtin. -
Milîsên Alî Çîçek ên HBDH'ê li otoparkeke qeyûm çalakî kirin
Milîsên Alî Çîçek ên HBDH'ê li otoparka qeyûm a li Şirnexê çalakî kirin. Du kepçe, qemyonek û kepçeyek bi palet îmha kirin. -
Li Agiriyê mirovên nexweş di rê de dimirin
Parlamentera Agiriyê ya Partiya Çepên Kesk Necla Demîr got, li Agiriyê ku nifûsa xwe 540 hezar kes e, ji ber ku bi têrkerî doktor nînin mirov nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê werbigirin û di rê de jiyana xwe ji dest didin. -
'Emrê xwe di ber têkoşîna azadiyê de feda kir'
Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk ku li Colemêrgê bi navê 'Dayika Sîsin' dihate naskirin, heta kêliya dawî ya emrê xwe, xwe ji têkoşînê neda alî. -
Polîsên Kerkûkê 2 xwepêşanderên Kurd qetil kirin
Polîsên Iraqî rasterast gule li ciwanên Kurd reşandin ku girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlerê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve protesto dikirin. Polîsan 2 ciwanên Kurd qetil kirin û xwepêşanderek jî birîndar bû. -
Fermandariya YRK’ê Şehîd Sîmko Serhildan bi bîr anî
Fermandariya YRK’ê fermandarê mezin Sîmko Serhildan di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî û got, “Şehîd Simko bi şer û jiyana xwe ya şoreşgerî xeta fermandariyê û aresteya têkoşîna azadiyê ye." -
Gel bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk kirin
Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Eyup Çelîk ê 3 sal berê li Sêrtê şehîd bûbû, kirin. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, 7 çeper hatin rûxandin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin cezakirin û 7 çeper hatin rûxandin. -
Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK: Hevrêyê me Şakir Tûran bi ruhê Kemal û Hayriyan li ber xwe da
Komîteya Zîndanê ya PKK-PAJK: Hevrêyê me Şahir Tûran tevî ku nexweşiya penceşêrê pê re bû, bi ruhê şoreşgerî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê heta dawiyê bi ruhê Kemal Hayriyan, li hemberî dijmin serî netewand, li ber xwe da û şehîd bû. -
HPG'ê bîlançoya şerê meha Tebaxê eşkere kir: 134 dagirker hatin cezakirin
HPG’ê bîlançoya şer a meha Tebaxê eşkere kir. Di 323 çalakiyên ji aliyê gerîlayan ve hatine lidarxistin de 134 dagirker hatin cezakirin, gelek alav hatin îmhakirin an jî derb li wan hate xistin. 10 gerîla jî şehîd bûn. -
Cenazeyê Tolhildan Tekman di bin dorpêçê de hat veşartin
Cenazeyê Tolhildan Tekman (Yilmaz Ûzûn) ê di sala 2020’an de li Sêrtê şehîd bû û 3 sal şûnde hestiyên wî di qutiyekê de radestî malbata wî kirin, di bin dorpêçê de hat veşartin. -
Şande çû gundê du welatî bi eşkerehî hatine înfazkirin
Piştî êrîşa li gundê Çamilî yê Qelqeliyê hat kirin, parlamenter û nûnerên rêxistinên sivîl çûn gund da ku vekolînê bikin. Şandeyê li ser du kapsulên gazê cîp dît û got ku bi eşkerehî înfaz hatiye kirin. -
Êrîşî gora gerîlaya YJA Starê Koçer kirin
Li Sêrtê êrîşî gora gerîlaya YJA Starê Sema Koçer kirin ku di Adara 2020’an de li Agiriyê dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî kiribû.