Li Amedê qeza: 9 birîndar
Li Amedê otobusa Dîcle Belediyespor wergeriya. Di bûyerê de 9 kes birîndar bûn.
Li Amedê otobusa Dîcle Belediyespor wergeriya. Di bûyerê de 9 kes birîndar bûn.
Wesayita Dîcle Belediyespor ku diçû navçeya Licê ya Amedê, li nêzî deşta Fîsê şemitî û wergeriya.
Di wesayitê de ku 20 kes hebûn, 9 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 3 kes rakirin nexweşxaneyên li Amedê, 6 sporvan jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê hatin dermankirin.