KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Kerkûkê berxwedana li dijî artêşa Iraqê kete roja 29’an
Tekoşîna şêniyên Taxa Newrozê ya Kerkûkê ya li dijî dagirkeriya artêşa Iraqê kete roja 29’an. -
HPG: Hevrêyên me Berçem, Jiyan, Rustem, Şahîn û Ciwan şehîd bûn
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer de şehîd bûn. -
Dîmenê sûcên şer ên artêşa Tirk careke din hate kişandin
Dîmenê êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên artêşa Tirk a dagirker hatin weşandin, ku li qada Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla hatin bikaranîn. Di êrîşan de 4 gerîla şehîd bûn. -
Tekîn: Em ê îradeya gelê xwe hem berî hem jî piştî hilbijartinê biparêzin
Hevseroka Bajarê Amedê ya DEM Partiyê Pinar Sakik Tekîn diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi bicihkirina hilbijêran li Kurdistanê li pey lîstikên qirêj e. -
Cihên ku artêşa Tirk digot 'navendên PKK'ê ne' malên gundiyan bûn
Cihên li herêma Amediyê ku dewleta Tirk gotibû 'Navendên PKK'ê hatin bombekirin', eşkere bû ku mal û axurên gundiyan bûn. -
Tevgera Azadî darvekirina 4 ciwanên Kurd şermezar kir
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kir. -
Siyamend Muînî: Em ê tola xwîna ciwanên xwe ji celadan hilînin
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî, bidarvekirina ciwanên Kurd şermezar kir û got: “Em ê tola xwîna ciwanên xwe ji celadan hilînin.” -
Konê ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatiye vedan di roja 2'an de didome
Konê azadiyê ku li Şengalê hatiya vedan di roja duyemîn de dewam dike. Meclîsên Ereban serdana kon kirin û diyar kirin ku hemû pêkhateyên Şengalê wê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin. -
DEM Partiyê namzetên xwe yên li Kurdistanê eşkere kir
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê bi çalakiyekê namzetên xwe yên hevşaredariyê eşkere kir. -
'Di 31'ê Adarê de em ê serketinê bikin diyarî ji gelan re'
DEM Partiyê li Amedê namzetên xwe yên hevşaredariyê da nasandin. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di danasîna namzetan de berxwedana li zindanan silav û got, "Em ê teqez bi ser bikevin. Di 31'ê Adarê de em ê serketinê diyarî gelan bikin." -
'Desthilatdarî ola Îslamê bi kar tîne'
Akademîsyen û alimên olî yên tevlî Konferansa Îslama Demokratîk bûn, diyar kirin ku ol li ber destê desthilatdaran bûye mîna hêzekê, lewma ji armanca xwe hatiye dûrxistin. -
Li Colemêrgê qeyûm û AKP di binê 'berfê' de man
Qeyûm û AKP li Colemêrgê di binê berfê de man. Ji ber ku qeyûmê dagirker ti kar nekiriye, şêniyên herêmê 3 roj in li malên xwe asê mane. Dikandaran nekarîn dikanê xwe vekin, bi hezaran wesayit di binê berfê de man. -
Rojnamevan Safiye Alagaş hate binçavkirin
Midûra Karên Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş dema ji Sêrtê dihate Amedê wesayîta wê hate rawestandin û hate binçavkirin. -
'Heta tecrîd bê şikandin em ê di nava çalakiyê de bin'
Berdevka Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico di çalakiya konê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de got, “Heta tecrîd bê şikandin wê têkoşîn û çalakiyên me dewam bike.” -
Li Zapê dagirkerek hate cezakirin
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, leşkerekî Tirk ê dagirker bi sekvaniyê hate cezakirin. -
Li Erziromê berf: Rêya 517 gundan hate girtin
Li Erziromê ji ber berfa zêde ku ev du roj in dibare, herî kêm rêya 517 gundan hate girtin. -
TAJÊ li Şengalê kona çalakiyê veda
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajarê Şengalê konê çalakiyê veda. -
Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd li seranserê Şengalê hatin xwendin
Parêznameyên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan li seranserê Şengalê di nava hefteyekê de hate xwendin û nîqaşkirin. -
Bi sedan ji koçberên Şengalî ji bo vegera li Şengalê navê xwe qeyid kirin
Li gorî rapora IOM’ê di sala 2023’yan de zêdeyî 5 hezar kes ji kampên koçberan vegeriyan Şengalê. Niha ev hejmar zêdetir dibe. Bi sedan ji koçberên Şengalê ji bo vegerê navê xwe qeyid dikin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê weşand, ku li navçeya Elbak a Wanê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin. -
Ji bo Meşa Azadiyê ya Mezin bang hate kirin
Hevserokê Amedê yê MED-TUHAD FED’Ê Kerem Canpolat banga tevlîbûna Meşa Azadiyê ya Mezin kir ku 1’ê Sibatê wê li dijî tecrîdê bê lidarxistin û got: “Ji bo azadiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê divê tecrîd bi dawî bibe.” -
Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê: Em bi Rêberê xwe re ne
Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê destnîşan kir ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li ser piyan bin. -
Ji ber krîza aboriyê tenûr sincirî
Li Colemêrgê gelek malbatan li hemberî bihabûnê dest bi lêxistina nan a li tenûrê kirin. -
Li Binarê Qendîlê êrîşên PDK’ê hat şermezarkirin
Êrîşên PDK'ê yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê li Binarê Qendîlê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
5 polîsan êrîşî nûçegihanê MA’yê kirin
Nûçegihanê MA yê binçavkirî Mahmut Altintaş dema sewqî edliyeyê dihat kirin 5 polîsan êrîşî wî kirin. Altintaş ê ku lêva wî teqiya, ji bo raporê êrîşê bigire rakirin nexweşxaneyê.