Demografiya Xelatê tê guhertin -HATE NÛKIRIN

Huseyîn Olan ê Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê anî ziman ku piştî 70 malbatên Tirkên Ahiskayî ku ji aliyê dewletê ve li Xelatê hatin bicihkirin, niha jî qala 3 hezar kesên din tê kirin û got: ‘’Ev yek tê wateya guhertina demografiya Xelatê.’’

Huseyîn Olan ê Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê, plana Akp’ê ya li Xelatê  bicihkirina Tirkên Ahiskayî ku dixwaze vê yekê bi îmar û çêkirina xaniyan bike, anî rojeva meclîsê.

Olanî  ragihang ku bêyî ku di tu komîsyonan de were nîqaşkirin, di rûniştina asayî ya Meclisa Giştî ya Bajêr de  bi lez û bez plana bicihkirina Tirkên Ahiskayî li ser parseleke 152 hemleyeke hilbijartinê ye. Û got: "Beriya niha li Xelatê 70 malbatên ji Tirkên Ahiskayî hatibûn bicihkirin. Niha jî qala 3 hezar kesî tê kirin. Dema mirov vê yekê  nifûsa Xelatê re berawird dike, dibîne ku ev hejmarekî gelekî zêde ye û ev yek rasterast tê wateya guhertina demografîk a navçeyê. Herêma ku wê ji îmarê re were vekirin ji kilometreyekê kêmtir dûrî çavkaniyên ava vexwarinê ya Xelatê ye. Li vir cineteke çûkan heye û herêm ji qadên xwezayî ya ku hewce ye bê parastin e.  Her wiha midaxeleyeke metirsîdar  li ser  erdnîgariya berbehs heye.’’ 

ERD WÊ BÊYÎ RAPORA ÇED’Ê JI ÎMARÊ RE WERE VEKIRIN
 
Huseyîn Olan ragihand ku parselên li Yenî Koprûya Xelatê û derdora wê ji bo bicihkirina Tirkên Ahiskayî di civîna asayî ya Meclîsa Giştî de bêyî werin kontrolkirin û nîqaşkirin di du rojan de ji îmarê re hatine vekirin. Huseyîn Olan ragihand ku erdê 152 donimî ku wê ji îmarê re were vekirin, ji erdê çandiniyê û mêrgan pêk tê û erdê 123 donimî ku li rex wî erdî ye, qada xwezayî ye ku hewce ye bê parastin.Huseyîn Olan her wiha destnîşan kir ew erdê xwezayî  çavkaniyên ava vexwarinê ya Xelatê jî dabîn dike û got ku beşek ji erdê ku ji îmarê re  hatine vekirin bêyî standina rapora ÇED'ê (Nirxandina Bandora Hawirdorê) yê gundiyên li wê herêmê ye.   

WÊ 3000 TIRKÊN AHISKAYÎ WERIN BICIHKIRIN 

Huseyîn Olanî ev yek jî anîn ziman:
 
"Li gorî qanûn û presodûrê hewce bû pêşiyê ev mijar di jêrkomîsyonan de bihata nîqaşkirin. Lê belê diyar e ku bi fermana hin kesan ev biryar hatiye dayîn û û rasterast rasterast birine Meclisa Bajêr a Giştî û di nava du rojan de destûra îmarê hatiye dayîn.  123 donimên erdî mêrgên gundiyan e, 28 donim jî  jî zeviyên çandiniyê ne.  Wê erdê berbehs çawa ji îmarê re vekin, wê ji miravan bikirin yan rasterast bikin malê dewletê, der barê vê yekê de tu agahî nehatine dayîn.Li kêleka vê herêmê çavkaniya ava Xelatê heye. Li wir qada xwezayî ye ku hewce ye bê  parastin. Di navbera wê û qada ku ji bo îmarê hatiye vekirin de  kîlometreyek mesafe jî tune ye. Ev biryar bêyî rapora ÇED'ê (Nirxandina Bandora Hawirdorê) hatiye qebûlkirin. Di der barê xetereyên muhtemel de tu biryar nehatine dayîn, lê eşkere ye ku wê zirarên mezin bide xwezayê.’’
 
Huseyîn Olan bi bîr xist ku bi biryara Serokkomariyê di sala 2015'an de 72 malbatên Tirkên Ahiskayê li Xelatê hatin bicihkirin, ji bo wan malbatan TOKÎ avahî çêkir û diyar kir ku vê carê jî hewl didin 3 hezar koçberên Ahiskayî li herêmê bi cih bikin. Olan destnîşan kir ku ev yek destwerdana li demografiya Xelatê ye û got, AKP dixwaze dengê xwe yê li herêmê zêde bike, ji bo pêvajoya demdirêj jî demografiya herêmê biguherîne û nifûsa Kurdan a li herêmê kêm bike.

Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan di dawiya axaftina xwe de got, "Plan dikin ku avahiyan heta biharê temam bikin. Bêguman ev yek hewldanek ji bo pêvajoya hilbijartinên xwecihî ye, lê belê ji bo armanca demdirêjiyê jî guhertina demografiyê ji bo AKP'ê ye. Berê jî 72 malbat anîbûn. Ji hingî ve dema ku mirov bala xwe didin ser rêya dengan ên AKP'ê yên li Xelatê hingî tê fêhmkirin bê armanca AKP'ê çi ye. Qala 3 hezar kesî tê kirin. Ev yek jî tê wateya 500-600 malbatî. Xelat bajarekî Kurdan e, nifûsa xwe li holê ye. Destwerdanek ji bo guhertina vê nifûsê ye. Gelekî bi lez û plankirî tevdigerin. Hewl didin bi vî rengî li Kurdistanê ji xwe re cihekî çêbikin. Diyar e ku Xelatê girîng dibînin û ev jî gava destpêkê ye."