DAD: Kes nikare bi Dersîmê!

Navenda Giştî ya DAD'ê got, "Hêza kesî têrê nekir ku Dersîmê ji aqlê me derxîne, hêza kesî wê têrê neke."

Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) têkildarî nîqaşa di navbera Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a li ser navê Dersîmê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku navê Dersîmê careke din ji bo ranta siyasî bûye mijara polemîkê û ev tişt hatin parvekirin: “Roj naçe ku navê erdnîgariya Hardê Dewrêş û di serî de Pîr Seyîd Riza, nirxên dîrokî û civakî yên gelê me nebin hedefa zimanê kîn û nefretê.”

Di berdewamê de ev tişt hatin parvekirin: “Gelek caran nîqaş hatin kirin. Ev rewş bi du rêbazan tê nîşandan. Ya yekemîn bi temamî xwe li ser zimanê înkar û nefretê dide der û nasnameya Dersîmê, bawerî û hemû taybetiyên hebûnî weke dijmin tên dîtin. Bi kurt û kurmancî dibin peyrewên roja me yên zîhniyeta komkujer. Ya duyemîn jî; seknekî ku heta astekî hebûna Dersîmê qebûl dike tê raberkirin lê li pey wê wateya tevahiya nirxên Dersîmê berevajî dike, asîmîle dike û ji bo wergirtina dengan weke amûrekî tê bikaranîn. Tu ferq û cudahiya her du rêbazan ji hev nîne. Em her du nêzikatiyan jî baş nas dikin. Em qaşo lêborînxwestina serokwezîrê demê Erdogan a di 2011’an de ji bo Dersîmê û zimanê kîn û nefretê yê Onur Oymen ê di Meclisê de baş nas dikin. Anku em bi heman awayî li nîqaşa di navbera Ozgur Ozel û Bahçelî de dinêrin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber aîdiyetên xwe û şêweyên jiyanê, Dersîm her tim ji hêla netewedewleta yekperest ve weke talûke hatiye dîtin. Lewma rastî qirkirinên mezin hat û êşên giran lê hatin jiyîn. Yên ku ji bo qebûlkirina heqîqeta civakî ya Dersîmê tiştekî nakin û hesabê ji neteweperestiya xwe napirsîn, yên ku ji bo demokrasiyê nakevin nava hewldaneke demokrasiyê, di hizûra me de pratîkên wan dê tu caran neyên qebûlkirin. Lewma jî em ê mînakên siyasetmedarên qurnaz û pragmatîst ên kesên gule lê hatine reşandin û guleyan direşînin di nava heman hevokê de bi kar tînin bi tu awayî qebûl nakin û dê teşhîr bikin. Dê têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta komkujer û înkarger bidome.  Dersîm ji bo me navekî jirêzê yê bajarekî nîne. Bi navê dîrok, xak, bawerî, ziman û civakîbûnê ve, wateya tevahiya nirxên me ye. Tu kes nikare vê wateyê ji bo ranta siyasî bi kar bîne. Dê hêza tu kesî têr nekir ku vê zanebûniya me jê bibe û dê têr neke jî.”