HPG: Li Girê Amediyê 2 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku li rojavayê Zapê li Girê Amediyê di encama çalakiya gerîla de 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin. HPG'ê her wiha bang li raya giştî kir ku guh nede derewên artêşa dagirker.

HPG'ê got, "Artêşa Tirk a dagirker 20'ê Çileyê bi du daxuyaniyên cuda îdîa kir ku li herêma Garê 9, li herêma Zapê jî 10 windahiyên me hene. Pêwendî bi hemû fermandariyên me re hate danîn û eşkere bû ku artêşa Tirk a dagirker bi temamî derew kiriye û îdîayên xwe rast nîne. Di bombardûmana artêşa dagirker de ku me li jêrê bi berfirehî rave kir, ti windahiyên me çênebûye. Artêşa dagirker ku ji operasyonên şoreşgerî yên dawî û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derbên giran xwar û hejiya, bi nûçeyên derewîn hewl dide raya giştî bixapîne û hêzên faşîst motîve bike. Artêşa Tirk a dagirker ji ber ku bêçare maye dest bi derewan dike, lewma divê kes guh nede van derewan."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî parve kir:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

18'ê Çileyê saet di 16:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkrean hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

21'ê Çileyê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekçên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

22'ê Çileyê saet di 10:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku li dora wesayiteke leşkerî kom bûbûn. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

17'ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê çepera me ya şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Ji 16'ê Çileyê heta 23'ê Çileyê li herêma Garê qadên Siyanê, Girê Reşît, Girê Sîser, Zêvkê, Sêdarê 14 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 9 caran, li herêma Xakurkê Girê Berbizina, Neqeba Berbizina, Ava Lolanê, Kuça Xecerê, Şeqadên Şehîd Şerîf û Kolîtê 17 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Şêlazê, Serê Metîna 4 caran, li herêma Zapê jî Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 45 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

20 û 21'ê Çileyê herêmên Zap û Xakurkê bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan ahtin bombekirin."