Mafê 128 rojnamevan û saziyên çapemeniyê hatiye binpêkirin

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ragihand ku di sala 2023’yan de mafê 128 rojnamevan û saziyên çapemeniyê hatine binpêkirin.

Li gor amarên sendîkayê herî zêde binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Hewlêrê pêk hatiye.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li ofîsa xwe ya li Hewlêrê bi civînek çapemeniyê rapora xwe ya hejmar 31 û 32 ya salane ya li ser binpêkirinên mafan yên li dijî rojnamevanan eşkere kir.

Seroka Komîsyona Parastina Rojnamevanan a  Sendîkaya Rojnamevanan Nezaket Hisên, rapor xwend û diyar kir ku di sala borî de 62 bûyerên binpêkariyên mafan li beramberî 128 rojnamevan û saziyên çapemeniyê rû dane. Nezaketê got ku  ji van amaran diyar dibe ku binpêkirinên li beramberî rojnamevanan berdewam dikin.

BINÇAVKIRIN, ASTENGÎ, CIHÊKARÎ, ÊRÎŞ Û GEF...

Nezaket Hisên diyar kir di sala 2023’yan de 128 binpêkirin li beramberî rojnamevan û saziyê çapemeniyê pêk hatine. Ji van 14 bûyerên binçavkirin û ragirtina rojnamevanan, 25 bûyerên astengî û cûdakariyan ên di dema weşanê de ne. 11 bûyerên êrîşkirin û heqaretkirina li rojnamevanan û 3 bûyerên gefxwarina li rojnamevanan rû dane.

Nezaket Hisên di berdewamiya axaftina xwe de got  ku di sala borî de 6 bûyerên desteserkirin û şikandina kelûpelên rojnamevanî, 2 bûyerên lêdana rojnamevanan û bûyerek ya serdegirtina saziyên çapemeniyê hatine tomarkirin.

Li gor raporê, sala borî li Hewlêrê 19 bûyerên binpêkirina li beramberî rojnamevan û saziyên çapemeniyê pêkhatine û di rêza yekem de cih digre, piştî wê Dihok bi 14 bûyerên binpêkirinê di rêza duyem de cih digre. Piştî wê jî Silêmanî bi 12 bûyeran, Kerkûk 5 bûyer, Îdareya Soran 6 bûyer, Helebce 3 bûyer, Îdareya Germiyan 2 bûyer û Îdaraye Zaxo 1 bûyer cih digrin.

Di raporê de tê diyarkirin ku li gor rapora komîsyona parastina azadî û mafên rojnamevanan, sala borî tenê binpêkirin li beramberî rojnamevanên mêr pêk hatine û tu binpêkirinên li beramberî rojnamevanên jin nehatine tomarkirin.

Di dawiya raporê de jî tê diyarkirin ku li nava saziyên ragihandinê de jî binpêkirin li beramberî rojnamevanan tê kirin û wiha hat gotin: “Carna rêveberê saziyê henekê xwe li rojnamevanan dike, di dayîna destûr û mafan de cûdakarî tê kirin. Wekî din binpêkirinên wek,  Sivgahîkirin û bêrêzîkirina li rojnamevanan, nebûna dewreyên perwerdê, derxistina ji kar, kêmaniya heqê karkirinê di beramberî saetên kar dike û nehesibandina salên ku xizmetê dike hene.”