Jina 83 salî hate binçavkirin

Li Amedê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de Sidika Suleymanoglû ku 83 salî ye, hate binçavkirin.

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Çanakkaleyê de li Amedê vê sibehê li hin malan operasyon pêk hatin. Li Amedê li navçeyên Rezan û Peyasê di serdegirtina malan de Sidika Suleymanoglû ya 83 salî û bûka wê Netîce Suleymanoglû ya 50 salî hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeya Sûrê.

Polîsan avêtin ser mala malbata Suleymanoglû ya li Taxa Cirnokî ya navçeya Hezroyê jî.