KURDISTAN
Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîma bîranînê hate lidarxistin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, Riza Altûn yek ji wan pêşengan e ku PKK gihand asta gerdûnî û got, "Ji ber vê yekê hem hevrêyên me, hem xebatkarên me hem jî gelê me divê heqîqeta Riza Altûn bijîn û bidin jiyîn."
Mûrat Karayilan têkildarî Alî Haydar Kaytan got, "Digot, mirovek dema hîn sax be divê nemir bibe. Bi ked û mîrateya li pey xwe hiştî, xwe kir pêşeng û milîtanekî nemir ê Apoyî."
HPG’ê got, “Di şexsê pêşengê me yê mezin hevrê Hakî Karer de em hemû şehîdên şoreşê û yên meha Gulanê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku bîranîna şehîdan di têkoşîna xwe de bi serketinê tacîdar bikin.”
Em dîmenê nîqaş û wergirtina biryaran ên Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê diweşînin ku bi biryara fesixkirina avahiya rêxistinî û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî bi encam bû.
Hemû Nûçe
-
Meşa Azadiyê li gel berfê dewam dike
'Meşa Mezin a Azadiyê' li gel serma û seqemê û berfê dewam dike. Meşvan li gundan bi coş têne pêşwazîkirin. Li ber tilîlî û çepikan ber bi navçeya Elkê ve bi rê ketin.
-
-
-
'Rêber Apo ji bo me ronahiya têkoşînê ye'
Gerîlaya YJA Starê Zinarîn Botan û gerîlayê HPG'ê Rustem Botan destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ronahiya têkoşînê ye û gotin, paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd ji bo paşeroja gelan çareseriya herî baş e.
-
-
-
Li Xakurkê 2 dagirker hatin cezakirin
Hat ragihandin ku li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker de 2 dagirker hatin cezakirin.
-
Armanca sereke azadiya Abdullah Ocalan e!
Li ser navê Meşa Azadiyê parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya axivî û got, "Armanca me ya sereke azadiya Abdullah Ocalan e. Rawestandina şer bi Abdullah Ocalan pêkan e."
-
Ev meş dê azadiyê bîne!
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir di 'Meşa Mezin a Azadiyê' de axivî û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku piştgiriyê bidin meşa aştî û azadiyê.
-
-
-
‘Azadî û demokrasî bi darvekirinê nayê astengkirin’
‘Azadî û demokrasî bi darvekirinê nayê astengkirin’
Amed Şaho got: “Gelê Kurd êdî li hemberî komployê hişyar e. Ez bawer dikim ku di salvegera komployê de xwedîderketin wê bigihêje lûtkeyê û mizgîniyek ji wê ji mirovahiyê re were dayîn.”
-
-
-
Amed Serhed: Em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin
Yek ji fermandarên YRK’ê Amed Serhed: Şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo, wê bibe bersiva herî mezin ji bo dijminê dagirker. Ji bo di welatekî azad de em bikaribin bi Rêber Apo re azad jiyan bikin, ji her tiştî re em ê xwe amade bikin.
-
HPG’ê Azê Erdal bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê got: “Hevrêya me Azê di êrîşên nemerdane yên dijmin de şehîd bû. Bi sekna xwe ya jina azad, bi hevrêtiya xwe ya samîmî û dirûst wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn.”
-
-
-
-
-
Meşvanên ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ li Şemzînanê ne
‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpê kirin, li navçeya Şemzînanê dewam dike. Di meşê de peyama “Kurdistan li benda dengek ji Îmraliyê derkeve ye” hat dayîn.
-
-
-
Bêrîtan Guneş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Bêrîtan Guneş ku di baskê Wanê yê Meşa Azadiyê de ye got, "Peyama me zelal e. Mîada neçareserkirina pirsgirêka Kurd êdî qediya ye. Rêya aştî û çareseriyê ji Îmraliyê derbas dibe."
-