Li Amedê tûra duyem destpê kir

Tûra duyem a hilbijartina ji bo diyarkirina namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a hilbijartinên xwecihî destpê kir.

Li Amedê tûra yekem a hilbijartinê di 21'ê Çileyê de hatibû kirin û ji namzetên jin Serra Bucakê ji sedî 50+1 deng girt û bû namzeta hevserokatiyê. Desteya Pêşhilbijartinê namzedbûna Serra Bucakê îlan kir.

Ji bo hevserokatiyê di nava namzedên mêr de tu kesî bi rÊjeya ji sedî 50’î zêdetir deng negirt. Ji bo Dogan Hatûn û Garîp Kandemîr jî ku di pêşhilbijartinê de van her du namzedan herî zêde deng girtibûn, li 17 navçeyên Amedê vê Sêşemê tûra duyem a hilbijartinê dest pê kir.

Navendên hilbihartinê  ev in:

Bajarê Nû: Salona Dawetê ya Kaplanê (Stasyon)
Sûr: Salona Dawetê ya Nîlgunê
Rezan: Salona Dawetê ya Şolenê
Peyas: Kaplan City (Salona Manolya ya  Gazîlerê)
Li 13 navçeyên din hilbijartin wê li avahiyên DEM Partiyê  bên kirin.