Nûçeya Lezgîn: Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
NÛ BÛ

Kaytan û Altûn li Amedê bi girseyî hatin bibîranîn

Ji bo kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qada Şêx Seîd a Amedê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi girseyî hatin bibîranîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kes tevlî bîranînê bûn. Ji bajar û navçeyên derdorê jî gelek welatî ji bo beşdarî bîranînê berê xwe dan Amedê. Bi hezaran kes li qada bîranînê kom bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” tên berzkirin. 

Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Di vê navberê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Hevserokê Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç di bîranînê de Kaytan û Altûn bi bîr anî. 

‘DIVÊ DEWLET GAVAN BIAVÊJE’

Kiliç, got: “Ez ji girtiyên di zindanan de li dijî vê pergala zalim li ber xwe didin re silavan dişînim. Şehîdên me pir mezin in, êşa me gelek giran e. Lê ew armanca biqîmet dê bi ser keve.” Kiliç, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Birêz Ocalan bangek kir. Me banga wî girt. Em xwedî lê derdikevin û piştgiriyê didin. Ev gel dê bi têkoşîna xwe, bi rêyên demokratîk mafên xwe bi dest bixe. Her gava tevgera azadiyê diavêje, gaveke dîrokî ye. Her şehadetek romaneke. Em her du şehîdên xwe û hemû şehdên azadiyê bi bîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin. Divê dewleta gavan biavêje. Ev derengmayina wan ne bi xêrê ye.”

Ji rêveberên MEBYA-DER’a Êlihê Ugur Agir jî metna ji bo Kaytan û Altûn hatibû amadekirin xwend. Metn, wiha ye: “Têkoşîna me ya Azadiyê ku rastiya Kurdistanê ya tune hatibû hesibandin,  xistibûn gorê û hatibû jibîrkirin, ji xweliya wê careke din afirandî, zindî kirî û anî van rojan, derbasî qonaxeke nû bû. Meşa me ya têkoşînê ya 52 salan îro jî bi hemû heybeta xwe didome. Ji bo kesên sond ji bo azadiyê xwarin ev tu caran ne dawiyek, destpêkeke nû ye. Yên di asta eşqê de bi azadiyê re dilsoz, her kêliya xwe fedayî vê kirin, li her bihosta Kurdistanê geriyan û tovê azadiyê reşandin. Yên silavek dan û di tevahiya emrê xwe de meşiyayîn; yên li axaftinekê guhdarî kirin û nîvesrê meşiyayîn, ruhê hevrêyan bû ya ku em zindî hiştin û anîn van rojan. Me wisa bi hêsanî xwe negihand van rojan, rêya kesên digotin ‘Em bi qasî ji bo wê bimirin ji jiyanê hez dikin’ vekirî bû ya ku em gihandin van rojan. Gelek egîdên me tev li vî karwanê ku hevrêyê me Hakî Karer dabû destpêkirin. Li ser vî esasî, em di şexsê sembola ‘Dilsoziya Rêbertiyê, Heqîqet û Jiyana Pîroz” Şehîd Alî Haydar Kaytan û sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ Şehîd Riza Altûn de şehîdên Gulanê û hemû şehîdên têkoşînê bi hezkirin û bi minet bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Hevalên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, ji hevalên desptêkê bûn, yên yekemîn bûn. Ji teza ‘Kurdistan mêtingeh e’ bawer kirin, gotina ‘Israra di sosyalîzmê de israra di mirovbûnê de ye’ ji xwe re esas girtin û tev li têkoşînê bûn. Evîndarên çiyayan bûn, derwêş bûn, hewarî bûn, rêber bûn.” 

Pîrên ji Dersimê hatin çerax vêxistin. Piştre jî peyama Rêberê Apo ku piştî kongreya PKK’ê ji bo Kaytan û Altûn şandibû hate xwendin. Peyam, ji hêla Wekîla DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş ve hate xwendin. Di vê navberê de li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da. 

SAYYÎGÎT: DIVÊ EM XWEDÎ LI BANGÊ DERBIKEVIN

Hevbedevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk û Wekîla DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî Kaytan û Altûn bi bîr anî. Gulcan Kaçmaz Sayyîgt, got: “Şêx Seîd li vir hate qetilkirin û îro dengê neviyên wî li vir bilin dibe. Bi sala ye ji bo aştî were vê xakê em têdikoşin. Ev 100 sal in em li ser xaka xwe tune tên hesibandin lê me her tim got aştî û azadî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrok kir. Em ji vê bangê berpirsyar in. Heke em îro bikarin bi zimanê xwe biaxivin, bikarin siyasetê bikin, ev bi saya wan kesên jiyana xwe ji dest dane û bi saya kesên di girtîgehê de ne.  Lewma em berpirsyar in û divê em xwedî li bangê derkevin.” 

Di bernameya bîranînê de helbesta Alî Haydar Kaytan a “Akiş Sevîncî” hate xwendin. Piştre jî bi klamên Hasan Ekîncî domiya. Bîranîn dê saet di 18.00’ê de li avahiya DEM Partiyê ya Bajar bidome.