Qubeya Şêx Berkat 750 sale wek xwe maye

Di Êzdiyatiyê de tişta herî pîroz xweza ye û ji wan jî ax, av, ba û agir e. Civaka Êzidî di mîtolojiya xwe de dibêje ger ev her 4 tişt nebin ti zindî nikare li ser rûyê erdê bijîn.

Di nava civakên li cîhanê de, her ol, bawerî û çand cihek xwe taybet yê (îbadetê) heye û ji xwe re li wan cihan dua dikin. Di ol û baweriya Êzdiyan de jî qube cihê îbadetê ye û ji xwe re li ber wan quban dua û îbadet dikin.

Qube Çiye?

Di bawriya Êzdiyan de qube cihê herî pîroz yê civakê ye û her kes li ber wan qubeyan ji xwe re dua dike. Her wisa li ber wan qubeyan şehîd û mirî tên veşartin. Di nava wan qubeyan de perî, Hilêl û çira hey, her êvarên Çarşem û Înê, ew çira tê hilkirin û micêwirê wê qubeyê ji boyî her zindîyekê dua dike.

Micêwêr çiye?  

Micêwir ew kese ku ji aliyê civaka Êzidî ve li ber deriyê wê qubeyê hatiye erkdar kirin. Her wiha cikava Êzidî bi navê Serderî jî bi nav dike. Erka vî/ê ew e ku di şeva Çarşem û Înê de çira ji boyî tevahiya Êzdiyan pêxe, her wisa ew kes her tim li ber derê wê qubeyê ye û her wiha divê di warê agahiyên olî de xwedî tecrûbe be, da ku mirovên diçin serdana qubê agahdar bike.

Di baweriya Êzdiyan de Micêwir ne şerte jin be yan jî mêr be, ferq nake, lê ya girîng divê xwedî agahî û tecrûbe be. Divê di nava civakê de bên hezkirin. Her wisa ne şerte ku pîr yan jî şêx be. Di gelek quban de serderî mirîdin û weke zanayê civakê têne nas kirin û ji tevahiya wê malbatê re mala Micêwira têne gotin. Di aliyê zewacê de, ew malbat jî sînordar di mîne û tenê dikarin di nava xwede bi zewicin.  

Di her qubeyekê de rojek taybet heye û ji wê rojê re tê got cimayî. Ev cimayî jî ji meha 9’ê (Îlonê) destpê dike û heya herî dawiya meha 12’ê (Kanûnê) Laleşê ye bi dawî dibe. Li Şengalê cimaye yekem ya Şerfedî ku di hefteya yekê ya meha 9’ê de destpê dike û her hefte cimaye qubeyekê ye, yan jî hinek ji wan dikevin heman hefteyê û cimayî jî di roja Înê û Şemiyê de dest pê dike.

Cimayî Çiye?

Cimayî gotinek erebiyê ketiye nava civaka Şengalê de û wateya wê kombûne yan jî li hev kombûn. Lê li gelek hereman Tewaf jî tê gotin, di cimayan de civaka Êzidî li hev kom dibin û xêr û xêratê ji bo miriyên xwe belav dikin. Di merasîma olî de jî qewil, peyît û dua tên xwendin. Di roja Înê de govend û dîlan tê gerandin, her wisa govend li ber dengê def û şibabê tê gerandin. Roja Şemiyê jî perî tê siwarkirin û ev jî rê û rismeka Taybete û li her cimayê de tê kirin.

Qube li cihê ku dijmin nikare xwe bigihînê hatine çêkirin. Li seranserî Şengalê bi dehan qub hene û dîroka geleke ji wan xwe dispêre hezarên sala û heya neha jî hatine parastin. Tevahiya qubeyên li Şengalê di qûntara çiyê de ne, yanî her cihê asê qube li wir hatine avakirin, da ku dijmin nikaribe xwe bi rehetî bigihîne wan cihan. Civaka Êzidî li dijî êrîşên qirkirinê her tim xwe spartine wan qubeyan û xwe parastine. Mînaka wê jî fermana sala 2014'an hîna li ber çavê her kesiyê, ku çawa civaka Êzidî xwe spartibû wan cihan û hatine parastin.

Qubeya Şêx Berkat

Ji qubeyên dîrokî yên li Şengalê jî qubaya Şêx Berkat ku di sala 1274'an de hatiye avakirine. Quba Şêx Berkat ev 750 sale hatiye avakirin û heya neha weke xwe maye û hatiye parastin. Li gor agahiyan, quba Şêx Berkat yek ji wan qubaye ku piştî 3 qubeyan hatiye avakirin û ji ber ku di wan serdeman de zanayên civakê nebûn û xwendin û nivîsa wan nebû, dîroka wê wisa hatiye danîn. Lê gelek kes dibêjin bi dehên sala hîna ji dîroka xwe kevin tire, ne ku 750 sale, hezar sal jî derbas kiriye. Ev qube dikeve gundê Neqsê yê kevnar ku dikeve qûntara çiyê. Ji ber ku qube di nava gund bû û mal li derdora wê hebûn mirî li ber vê qubê nehatine veşartin. Yekemîn qube di nava Êzdiyan de ku mirî li ber nayên veşartine.

Lê kesên ku dixwazin miriyê xwe lê veşêrin jî, ji wan re destûr tê dayîn ku li ber qubeya Şêx Şems ku bi qasî 1 km ji wir dûre vedişêrin û xêra xwe wan li wir were dayîn.

Di qewlên Êzdiyan de dibêjin, "Şîxadî Şêx Berkat e."