Qeyûm taxê dihilweşîne: Şênî bi zorê ji malên xwe hatin derxistin

Qeyûma li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi polîsan şênî bi zorê ji malên wan derxistin û dest bi hilweşandina Taxa Fabrîkayê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, li Taxa Fabrîkayê ya navçeya Bajarê Nû ji bo 20 malên aydê 18 welatiyan biryara îstîmlaqkirin û hilweşandinê da. Şêniyên taxê dest bi têkoşîna hiqûqê kiribin jî, dadgerê Tirk xespkar parastin. Makîneyên kar, zabita û polîsên taybet hatin şandina taxê. Piştî ku şênî bi zorê ji malên xwe hatin derxistin, hilweşîn destpê kir.

Polîs û zabitayên ku tax dorpêç kirine, ketin û derketinan asteng dikin.