KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Li Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qilaban, Basa û Elke 14 herêm bi hinceta "ewlekariyê" hatin qedexekirin. -
Qeyûm 3 hezar çente da baskê AKP'ê yê jinan
Eşkere bû ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm dest daniye ser, 3 hezar çente firotiye Baskê AKP'ê yê Jinan. -
Mamoste Şemal li ber mala xwe ya li Kifriyê hat bibîranîn
Suheyl Xurşîd bi nasnav Mamoste Şemal ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetiilkirin, li Kifriyê li cihê ku lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn. -
Li Germiyanê peykerê Mamoste Şemal hate danîn
Mamoste Şemal Germiyan ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, di salvegera yekemîn de li Kifrî peykerê wî hate danîn. -
Mela Mistefa Barzanî ji edîtorê rojnameya Keyhanê re çi got?
Roja 10’ê Adara 1975’an rojnameya Keyhanê piştî têkçûna Şoreşa Îlonê û revîna Mela Mistefa û hevalên wî bo bajarê Kerecê, hevpeyvînekê li gel Mela Mistefa dike û diweşîne. -
Îsraîlê balafirgeha Helebê bombebaran kir
Piştî êrîşa Îsraîlê ya li hemberî balafirgeha Helebê, hat ragihandin ku balafirgeh ji xizmetê derket. -
Bûn navê rûmetê
Azad, Jiyan û Destîna... Ji tevlîbûnê heta bi şehadetê her roj bi têkoşîneke mezin derbas kirin. Bûn sembola berxwedanê, bûn navê rûmetê. -
Li Farqînê şer nîne, qetlîam heye
Parlamentera Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya ku di nava şandeya li gundê Hêlînê yê Farqînê lêkolîn kirî de cih digire diyar kir ku li herêmê tu şopên şer nînin û êriş li dijî sivîlan hatiye kirin. -
‘Heta ku tecrîd neyê şikandin azadî, wekhevî û aştî pêk nayê’
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, “Divê her kes bizane heta tecrîd neyê şikandin azadî, wekhevî û aştî pêk nayê.” -
HPG: 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de yên li Zap, Avaşîn û Metînayê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin. -
3 cenaze anîn Saziya Tipa Edlî
Li navçeya Farqînê ya Amedê 3 cenazeyên ku tê gotin ên gerîla ne û ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, anîn Saziya Tipa Edlî. Kesên hatin destgîrkirin jî li Fermandariya Jendermeyan a Bajêr a li Amedê têne hiştin. -
Nasnameya gerîlayekî şehîd hate eşkerekirin
HPG'ê got, "Hevrêyê me Kawa Çekdar ku bi rengekî bi rûmet li Kurdistanê vegeriya û tevlî nava refên gerîla bû, meha Tebaxê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de şehîd bû." -
Ji bo bîranîna du hevrêyên Botanê, Egîd û Fedakar...
Çîroka Fedakar û Egîd çîroka Mêrdîn û Dîlokê ye, çîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye, çîroka fedakarî û fedaîtiyê ye. Ji ber ku ev herdu gerîla bi tevlîbûn û jiyana xwe bûn parçeyek ji vê berxwedana dîrokî. -
KNK: Şêweyê pêşwazîkirina Fîdan li Hewlêrê cihê şermê bû
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan bi rengekî ku mirov jê şerm bike li Hewlêrê hate pêşwazîkirin û bal kişand ser rola Fîdan a di kuştina gelek şervan û pêşengên Kurdan. -
Li Farqînê malbatek bi êşkenceyê hat destgîrkirin
Leşkerên Tirk li Farqînê, ji malbateke koçer 5 kesan bi êşkenceyê destgîr kirin. -
Xizmên Windayan ji bo Taştekîn û gundiyên 'hatine windakirin' kom bûn
ÎHD û Xizmên Windayan ji bo Muhyettîn Taştekîn ê hat qetilkirin û 5 gundiyên ku 27 sal berê li Colemêrgê hatin windakirin kom bûn. -
Li Qendîlê mewlud hat dayîn: Em ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê geş bikin
Bi pêşengtiya Meclîsa Gel, li Binarê Qendîlê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê mewlud hat dayîn. Di mewludê de ji bo protestokirina pergala êşkenceya Îmralî daxuyaniyek hat dayîn. -
YRK’ê: Wê teqez têkoşîna gel li dijî dagirkeriyê bi ser keve
Fermandariya YRK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi rêya balafirên bê mirov ên ser herêmên Asos û Pêncwên dijwartir bûne û hate gotin; “Wê teqez têkoşîna gel û hêzên tevgera azadîxwaz a li dijî dagirkeriyê bi ser keve." -
HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, derb li 6 çeperan hate xistin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û derb li 6 çeperan hate xistin. -
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyên me Mesken, Herekol û Azadî wezîfeyên girîng ji me re hiştin ku divê teqez em bi ser bixînin.” -
Li Geverê di navbera polîs û ciwanan de şer qewimî
Li Geverê ciwanan ji bo Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ên jiyana xwe ji dest dan, çalakî lidar xistin. Di navbera polîs û ciwanan de şer qewimî. -
Bi sedan Êzidî bi dilê xwe vegeriyan Şengalê
292 Êzidiyên li kampên Duhokê diman, bi dilê xwe vegeriyan Şengalê. Wezareta Koçberiyê û Koçberan a Iraqê got ku ji bo Êzidî vegerin wê bixebite. -
Rojnamevanên başûrê Kurdistanê êrişa li ser xebatkarên JIN TV'yê şermezar kirin
Rojnamevanên başûrê Kurdistanê dibêjin ku êrişa dewleta Tirk a li ser rojnamevnan nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye ji hêza çapemeniya azad a jinan ditirse. -
3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Li Zap û Metînayê di çalakiyan de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeper û kepçeyekê hate xistin. -
CÎK’ê bang li hikûmeta Başûr kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bibe xwedî helwest
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bang li hikûmeta Başûr kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bibe helwest.