PJAK'ê salvegera 78'an a damezrandina Komara Mahabadê pîroz kir

PJAK'ê salvegera 78'an a Komara Kurdistanê ya Mahabadê û salvegera 9'an a damezrandina Kantona Cizîrê pîroz kir û diyar kir ku coşa şoreşgerî ya gel a li qadan wê hemû planên dijmin têk bibe.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 78’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate gotin, “Damezrandina Komara Kurdistanê xaleke dîrokî ye di têkoşîna azadîxwaziyê de û şoreşa gelê me ji bo bidestxistina daxwaz û armancên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê didome.”

Her wiha di daxuyaniyê da tê gotin ku “Di salvegera damezrandin û ragihandina Komara Kurdistanê de avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Rojava, pêkanîna heman daxwaza azadîxwaz a gelê me ye.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“78’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ji bo gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de qonaxeke dîrokî ye û şoreşa gelê me ji bo bidestxistina daxwaz û armancên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Di rojeke wiha de avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Rojava, pêkanîna heman daxwaza rizgariya gelê me ye. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi boneya salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê pîrozbahiyê li gelê me dike.

Îro têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzm û dagirkeriyê li her çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye lûtkeyê û gelek destketî hatine bidestxistin. Her çend siyaseta qirkirina çandî û qirkirina dijminan li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam be jî, lê belê hişyarbûn û hişmendiya gel gihiştiye astekê ku dikare hemû metirsiyan bike derfet ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê. 78’emîn salvegera Komara Kurdistanê di demeke wisa de ye ku ji ber ku gelê me gelek destket bi dest xistine û zêdetir nêzîkî azadiyê bûye, dijminên faşîst ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd dest bi êrişeke hovane û bêrehm kirine."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û êrişên dewleta Îranê ev sal kiriye saleke çarenûssaz û hate gotin, "Her wiha bîranîna Komara Kurdistanê tenê wê demê dikare were pîrozkirin ku gelê me ji her demê bêhtir bi têkoşîn û yekîtiya xwe li hemberî hemû êrişên qirkirinê bisekine. Tişta ku di encama êrişên Îran û Tirkiyeyê de derdikeve şerekî qirkirinê ye, ne şerekî normal e. Bêdengiya li hember destdirêjiyên dijminan bê guman wê hebûna gelê me û hemû destketên gelê me yên ku ji serdema Komara Kurdistanê heta niha bi dest ketine, bixe metirsiyê. Hemû hewldana dijminan ew e ku bi qutkirina pêvajoya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê asta bihêzkirina ruhê têkoşîna rizgariyê lawaz bike.

Bê guman duh li hember ezmûna Komara Kurdistanê û îro jî li hember tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd, hin dewletên hegemonîk û komploger alîkariya dijminên gelê me dikin. Lewma di hinavê têkoşîna gelê me ya îro de dîroka Komara Kurdistanê ya duh veşartî ye. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê 78’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û 9’emîn salvegera damezrandina Kantona Cizîrê li gelê me, azadîxwaz û jinan pîroz dike. Îro hebûna bi coş û şoreşgerî ya gelê me ya li qadan dikare hemû plan û polîtîkayên dijmin ên berdewamkirina komkujî û qirkirinê pûç bike. Komara Kurdistanê ya berî 78 salan, Rêveberiya Xweser a Rojava, tevgera şoreşgerî ya jin, jiyan û azadiyê ya li rojhilatê Kurdistanê û statûya başûrê Kurdistanê encama yekîtiya gelê Kurd bû û divê ev rêbaza têkoşînê bê xurtkirin.”