Cenazeyên 41 Êzidiyên ji gorên komî hatin derxistin, radestî malbatên wan hatin kirin

Bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Tenduristiyê cenazeyê 41 Êzidiyên ji gorên komî hatibûn derxistin û ji bo testa DNA’yê şandibûn Tiba Edlî ya Bexdayê, bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.

Li gorî daneyên fermî di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya Şengalê de nêzî 5 hezar kes hatin qetilkirin û beşek ji vana ya zêde jî bi komî hatin qetilkirin. Her wiha bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û bihezaran kes jî koçê Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê kirin.

Li gorî medya Iraqê bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê cenazeyê 41 Êzidiyan radestî malbatên wan hatine kirin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji bo 188 cenazeyan testa xwînê pêk hatiye, ji bo vê jî îro bi amadebûna nûnerê serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Tenduristiyê Salih Hisnawî û şandek hikumetê, cenazeyê 41 şehîdên Êzidî bi merasîmekê radestî malbatên wan hatine kirin.

Hate gotin ku ji bo naskirina cenazeyên din, tiba edlî karên xwe dewam dike. Piştî nasnameyên cenazeyan hatin nasîn, cenaze radesî malbatên wan tên kirin.

Hêjayî gotinê ye piştî çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir, komkujiyên mezin pêkanî. Bi sedan Êzidî hatin qetilkirin û li gorên komî hatin veşartin. Heya niha gelek gorên komî hatine vekirin, hestiyên kesên hatine qetilkirin ji bo nasandinê, ji bo tiba Edlî ya Bexdayê tên şandin û piştî lêkolînan cenaze radestê malbatên wan tên kirin.

Tê payîn di 24’ê Çileyê li Solaxê merasîmeke hevbeş ji bo cenazeyan were çêkirin û ji wir jî berbi gundê Herdan, Koçao û Qina Mihrkan ve werin rêkirin.

Piştî sipartina axê jî wê 3 rojan ser hev li her sê gundan xêr ji bo qurbaniyan were belavkirin.