Amedsporê li sehaya xwe Sariyer Spor 3- 1 têk bir

Amesporê li sehaya xwe Sariyer Spor 3-1 têk bir.

Di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de Amedspor li sehaya xwe bi Sariyer Sporê re lîst. Amedspor, di deqeya 19’emîn a maçê de bi gola Velî Çetîn 1-0 kete pêş û dewreya ewil bi vê skorê xelas bû.

Di dewreya duyemîn a maçê de Sariyer Sporê di deqeya 53’yan de golek avêt û maç bû 1-1. Di deqeya 73’yan de bi gola Berk Îsmaîl û di deqeya 79’an de jî bi gola Çekdar Orhan re Amedspor 3-1 kete pêşiyê û maç bi vê skorê bi dawî bû.

Amesporê puanên xwe derxist 40’an û di lîgê de di rêza 3’yemîn de cih digire. Amedspor dê hefteya pêş li sehaya xwe bi Duzcesporê re bilîze.