'Em ê qeyûman ji Kurdistanê bişînin'

Hevserokê Êlihê yê DEM Partiyê Huseyîn Sarik got, "Em ê ji bo partiya xwe bixebitin. Em ê bi hev re qeyûman ji Kurdistanê bişînin."

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê li 11 bajar û 90 navendan pêşhilbijartin pêk anî. Ji bo Êlihê jî di encama dengdana 14'ê Çileyê de Gulistan Sonuk û Mehdî Oztuzun bûn namzetên hevşaredariyê.

Hevserokê Êlihê yê DEM Partiyê Huseyîn Sarik pêşhilbijartin nirxand.

XWEDÎDERKETIN Û HESTA BERPIRSYARIYÊ

Sarik anî ziman ku pêşhilbijartin li bajêr bû sedema kelecaneke mezin û bal kişand ser hesta xwedîderketinê: "Ev yek tiştekî nû bû ku cara yekê hate kirin û di dema birêxistinkirinê de jî em gelekî kelecanî bûn. Piştî ku serlêdanên ji bo bernamzetiyê bi dawî bûn, bernamzetên me serdana mal, kargehên delegeyan kirin û daxwaza piştgiriyê kirin. Bi vî rengî hemû beşên civakî yên bajêr haya xwe ji pêşhilbijartinê çêbû û xwe ji şahiya demokrasiyê re amade kir. Bala xelkê bajêr li ser pêşhilbijartinê bû û me jî meraq kir bê wê hilbijartineke çawa pêk were. Lîsteyên delegeyan bi keda meclîsên taxan, rêxistinên kedê, çapemenî, rêxistinên jin û ciwanan hatin amadekirin. Me hewl dan ji her malbatê 2 kesan bikin delege. Bi vî rengî zêdeyî 5 hezar delege hatin diyarkirin. Roja hilbijartinê jî hesteke mezin a xwedîderketinê hebû."

YA BI SER KET PARTIYA ME YE, KESAYET NÎNE

Sarik destnîşan kir ku di mijara diyarkirina namzetan de wan di pêşhilbijartinê de bi şênberî dîtin ku gel dixwaze mafê gotinê be û got, "Gel naxwaze bê înîsiyatîf bê hiştin. Ji xwe di çarçoveya rexne û pêşniyarên di hilbijartinên parlamenteriyê de hatin kirin, di hilbijartinên xwecihî de biryar hate dayin ku pêşhilbijartin pêk were. Kêmasiyên me hebin jî bi dîtina min me ev pêvajo bi serketî derbas kir."

Sarik anî ziman ku helwesta bernamzetan girîng bû û got, "Ew ketin nava nêzîkatiyeke bi vî rengî : Encam çi dibe bila bibe ya bi ser dikeve partî ye, şexs nîne. Ji destpêkê ve îdîaya me bi vî rengî ye. Hevalên me hemû kedkar in, parçeyek ji vê têkoşînê ne û di demeke bi vî rengî de ku êrîş têne kirin, her hevalên me yên bûne namzet hêja ne. Ji bo rûniştandina pêşhilbijartinê û çareserkirina kêmasiyên xwe, piştî hilbijartinên xwecihî em ê karê xwe bi gelê xwe re binirxînin. Em ê kêmasiyên xwe nîqaş bikin.

Yek ji bajarên Kurdistanê ku polîtîkayên şerê taybet li ser tê meşandin Êlih e. Bi taybetî êrîş li ser nasnameya jinê, têkoşîna jinê tê kirin. Li hemberî van hemûyan têkoşîneke xurt divê. Ji bo diyarkirinan perspektîfa demê ev hilbijartin jî girîng bû. Bersivek li desthilatdariyê bû. Pêvajoyeke welê li benda me ye ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Em ê li dora partiya xwe bicivin û ji bo partiya xwe bixebitin. Li Êlihê ji bo hilbijartinên xwecihî em ê bixebitin, serdana mal, kolan û dikandaran bikin. Em ê bi hev re qeyûman ji Kurdistanê bişînin."